Bangawaziyek ji bo Kurdistaniyên ezîz ên li diyasporayê
Dengê we li derveyî welat her tim çavkaniya hêz û piştgiriyê bûye ji bo niştiman. Îro dema wê ye ku em hemû bi hev re bi rêya medyaya civakî, yekrêzî û helwesta xwe nîşanî cîhanê bidin.
Em ji hemû Kurdistaniyên derveyî welat daxwaz dikin, li hemû platformên medyaya civakî (Facebook, Instagram, X, TikTok) bi yekdengî beşdar bibin û rûpelên xwe bi van hashtagan tijî bikin, da ku dengê Kurdistanê bibe trend û bigihîje hemû cîhanê:
#یان_کوردستان_یان_نەمان
#Yan_Kurdistan_Yan_Neman
Werin em bi hev re bi yek deng sînoran derbas bikin

