KDC

Li Opsala semînarek li ser navenda revendê hate pêşkeşkirin

Jibo nasandin û şirûvekirina kar û armancên navenda revenda Kurd li derve, berpirsê ofîsa navendê li Siwêdê Ismayil Kamil semînarek li bajraê Opsala yê wî welatî pêşkeş kir.

Semînara Ismayîl Kamil li baregeha komeleya Kurdî ya bajarî Opsala bi beşdariya hejmareke Kurdên niştecihên wê deverê, hate pêşkeşkirin.

Kamil di axaftina xwe de diyar kir, ku navenda revenda Kurd bi mebesta danheva karînên Kurdî yên li derve hatiye damezrandin, û her Kurdek dikare cihê xwe têde bibîne daku alîkariyê pêşkeşî miletê xwe bike û di heman demê de piştgêriyê ji miletê xwe werbigire.

Di dawiyê hejmareke pirsiyar û nerîn ji aliyê beşdaran ve hatin pêşkeşkirin, û Ismail Kamil jî bersiva wan da û gelek xal jibo wan zelal kirin.

___

Li Parlementoya Swêdê Gotara Konfederasyona Revenda Kurdistanî Hate Xwendin 

KDC

Navenda Revenda Kurd Sersaxî Ji Malbata Marûf Omer Gul Re Xwest

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Vancouver li dijî Îranê mîtîngeke protestoyî li dar xist

KDC