KDC

Federasyona Holenda û Koma 1 Welat bi şano bîranîna jenosîda Êzdiyan kirin

Federasyona Revenda Kurdistanê – Holenda û Koma 1 Welat, merasîmeke taybet ji bo bibîranîna cangoriyên jenosîda Êzdiyan li dar xistin, ku tê de koma şanoyê ya “Koma 1 Welat” karekî hunerî pêşkêş kir.

Îro duşemî rêkeftî 03/08/2026, Federasyona Revenda Kurdistanê – Holenda û Koma 1 Welat, li bajarê Eindhoven a Holendayê merasîmeke taybet ji bo bibîranîna jenosîda xwişk û birayên me yên Kurdên Êzdî yên Şingalê li dar xistin, ku tê de şanoyek bi awayekî hesthejêner çîroka karesat û êşên gelê Êzdî piştî êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê di 3yê Tebaxa 2014an de, ji bo amadebûyan veguhast.

Di wê merasîmê de, Federasyona Revenda Kurdistanê – Holenda, tekezî li ser girîngiya parastina bîranîna qurbaniyan, mafên mirovan, azadiya olî û mafên kêmîneyan kir.

Herwiha federasyonê hilbijartina huner û şanoyê ji bo veguhastina peyama bîranînê bi sedemeke girîng wesif kirin, ji ber ku huner dikare hest û ezmûna mirovî veguhêze, ku carinan peyv nikarin wê derbibirin.

Di dema pêşkêşkirina şanoyê de, bêdengî û balkişandina amadebûyan nîşana bandora wê peyamê bû, ku li ser êş û xweragirî û hêviya ji bo dadperweriyê bû.

Federasyona Revenda Kurdistanê – Holenda ragihand, ku bibîranîna jenosîdê ne tenê bîrkirina rabûriyê ye, belê gavek e ji bo fêrbûna ji dîrokê û hewildana ji bo ku tawana jenosîd û tundûtûjî careke din dubare nebe.

Cihê gotinê ye, welatiyên cuda yên ji aliyê neteweyî ve beşdarî merasîmê bûn û bi giştî piştgiriya xwe ji bo aştî û dijayetiya nefret û tundûtûjiyê nîşan dan.

___

Foruma 18´emîn a Neteweyên Yekbûyî ya li ser Pirsgirêkên Kêmneteweyan li Cenevreyê Hat Lidarxistin

Harmn

 Brîtanya wê di nava du hefteyên pêş de dest bi dersînorkirina koçberan li Rûanda bike   

KDC

Navenda Revende Kurdistanî bi Ehmed Yûsif re civya 

KDC