KDC

Konfederasyon bi helkefta roja ala peyamek pêşkêşî Kurdên li derveyê welat kir

 

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ji bilî pîrozbahiya roja ala Kurdistanê, heman demê de, daxwazê ji Kurdên derveyê welat jî dike ku bi bilind ragirtina vê helkeftê de, bila nifşên me yên nû pîroziya ala Kurdistanê ji bîr nekin.

Naveroka peyamê:
Bilind û pîroz bê ala Kurdistanê!
Bi boneya roja ala pîroza Kurdistanê, pîrozbahiyê li revenda Kurdistanî ya li derveyê welat û Kurdistaniyên li hemû cîhanê dikîn. Di warê evînî û hezkirin û baweriya me ya bilinda neteweyî yê, daxwazê ji hemû revendnişînên derveyê welat dikîn ku roja ala pîroz bikin. Ji ber ku sembola Kurdistanê û şehîdane. Bila neviyên me û nifşên me yên nû, pîroziya ala Kurdistanê ji bîr nekin. Bi bilind ragirtina ala me, Kurdistaneke bi hêz û neteweyeke zîndî pêktê.
Her bilind û bi rûmet bê ala Kurdistanê!

Ismail kamil

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî

17.12.2024

___

Zarokekî 12 Salî Êrîşa Sîberî Kiriye

KDC

Navenda Revenda Kurd Sersaxî Ji Malbata Marûf Omer Gul Re Xwest

KDC

Yekitiya Ewropayê: Koçberan Ji Bo Armancên Siyasî Wek Kartên Zextê Bikar Neyînin

KDC