Revenda Kurdistanê li Derveya Welat
Gelê Serbilindê Kurdistanê
Civaka Navdewletî û Navendên Cîhanî
Berbanga îro, 24ê Adara 2026an, di kirdareke tirsonek û dijminane de, baregehên Fîrqeya 7emîn a Piyade ya Herêma 1 û hêzek ji Fîrqeya 5emîn a Piyade ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li tixûbê Soranê, bûn armanca 6 mûşekên balîstîk ên Îranî. Ev êrîşa nemerdane ku ji hemû nirxên mirovî dûr e, bû sedema şehîdbûna 6 Pêşmergeyên leheng û birîndarbûna 30 Pêşmergeyên din. Em li Konfederasyona Revenda Kurdistanê, vê êrîşa terorîstî bi tundî rûreş û şermezar dikin.
Weke Konfederasyona Revenda Kurdistanê radigihînin ku em ê li hember van zilm û destdirêjiyên berdewam ên li ser ax û gelê me têne kirin bêdeng nemînin. Di vê çarçoveyê de, konfederasyona me li derveyî welat dê hemû rêkarên pêwîst bigire ber, ji bo ku dengê mezlûmiyeta gelê me bigihîne navendên biryardêr ên cîhanê û rê li ber van cure destdirêjiyan bigire.
Her wiha, em amadekariyê dikin ji bo bikaranîna rê û amûrên cuda, em ê zexteke mezin û bibandor li ser civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û welatên biryarder bikin, da ku erkên xwe yên exlaqî û yasayî di parastina kiyana Herêma Kurdistanê û serweriya wê de bicîh bînin, û her weha di zûtirîn dem de sînorekî ji bo van êrîşên dijminane re deynin.
Pêwîst e civaka navdewletî têbigihe ku Herêma Kurdistanê li herêmê faktoreke aramiyê ye û êdî nikare berdêla gengeşî û êrîşên welatên derdor bide. Îradeya gelê me û hêza Pêşmerge ji wan planan bihêztir e û temenê zilm û sîtemkariyê jî her dem kurt e.
Di dawiyê de, em sersaxî û hevxemiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdên me dikin û ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku şîfayeke lezgîn bide 30 Pêşmergeyên me yên birîndar.
Bijî Kurd… Bijî Kurdistan…
Konfederasyona Revenda Kurdistanê
24ê Adara 2026
