KDC

Koçberên Ku Tirkiyeyê Sirgûnî Sûriyeyê Kiribûn Wê Werin Kurdistanê

Ajansa serekî dibêje ku koçberên Kurd yên hatine dersînorkirin bo Sûriyeyê di çend rojên borî de bo Herêma Kurdistanê werin vegerandin.

Arî Celal îro roja îniyê ragihand ku karên li gel wezareta penaberan û wezareta derve ya Iraqê bi dawî bûne û niha li benda temambûna karê yasayî li gel Hikûmeta Kurdistanê ne da ku tevahiya penaberên Kurd vegerînin welêt.

Her wiha destnîşan kir ku rewşa tenduristiyê ya koçberan baş e û niha li kampê ne û tu xeterî li ser jiyana wan tune ye.

Roja Sêşemê 55 koçberên piştî ku hewl dan xwe bigihînin Ewropayê hatin girtin û ji aliyê Tirkiyeyê ve ber bi Sûriyeyê ve hatin şandin û radestî Eniya Nûsra hatibûn kirin.

___

430 Koçber Wê Vegerin Herêma Kurdistanê û Iraqê

KDC

Bangek ji Raya Giştî ya Kurdistaniyên Diyaspora re

Harmn

Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanyayê Civînek Li Dar Xist 

KDC