Hikûmeta Brîtanyayê dixwaze qanûna agahdarkirina pêşwext a redkirin û vegerandina penaberan betal bike.
Ev pêşniyaza Şebana Mehmûd, wezîra navxwe, di çarçoveya guhertinên qanûna koç û penaberiyê de ye, li hemberî wê jî rexneyên rêxistinên mafên penaberan hatine, ku hişyarî didin ji metirsiya binpêkirina mafan û kêmasiyên pêvajoya dadweriyê.
Hêjayî gotinê ye, ev pêşniyar ji bo wê ye ku penaber nikaribin di dema redkirina daxwazên wan de xwe ji vegerandinê biparêzin. Bi vî awayî Wezareta Navxwe desthilata vegerandina wan bêyî agahdarkirina pêşwext digire destê xwe.

