KDC

Swêd karekî cuda ji bo rêgirtina li tawanên penaberên reviyayî dike

Polîsê Swêdê plana avakirina yekem navenda xwe ya li Iraqê ji bo sala 2027ê eşkere kir; ev jî bi armanca şopandin û rûbirûbûna wan penaberên ku endamên torên sûcdar in û Swêd terikandine, lê ji derve ve berdewam in di birêvebirina çalakiyên xwe yên sûcdar de li nav Swêdê.

Anders Fibiri, rêveberê yekîneya navneteweyî li rêveberiya niştimanî ya operasyonên polîsê Swêdê ragihandiye, navenda Iraqê dê bibe xaleke destpêkê ji bo berfirehkirina hevkariya ewlehiyê ligel welatên cîran, ku Sûriye, Urdin û Lubnanê jî dihewîne.

Li gorî plana polîsan, hebûna efserên Swêdî li Iraqê derfeta hevkariyeke nêzîktir û danûstandina zûtir a agahiyan û şopandineke baştir a tevgera torên sûcdar peyda dike.

Polîsê Swêdê her wiha amaje bi wê yekê jî kiriye, ku eger projeya ceribandinê ya Iraqê bi serkeftî be, wê di salên 2028 û 2029an de navendên din li derveyî welêt vekin û biryara cihê navendên dahatû jî li gorî tevger û çalakiya penaberên torên sûcdar e, ku li welatên cuda têne diyarkirin.

___

Li Silêmaniyê Berpirsekî PKKê Hatiye Kuştin

KDC

Tahir Hewramî pêşwazîya serokê navenda rewandaa Kurdistanî-Denmark û serokê komîteya herêma Danimarkê kir  

KDC

Wir verurteilen den Angriff auf einen Polizisten in Mannheim.

Harmn