KDC

Selahedîn Demîrtaş: Navnîşana Çareseriya Pirsgirêka Kurd Parlamentoya Tirkiyeyê Ye

Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahadîn Demîrtaş ku di girtîgehê de ye di twîta xwe ya herî dawî de nivîsî û got, li Tirkiyeyê cihê çareseriya bingehîn a Kurdan parlamento ye û HDP dikare bibe çareserê dawî ya hemû pirsgirêkên welêt.

Gotinên Demîrtaş, di demeke wisa de bû ku berî du rojan Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Sezaî Temellî gotibû: “Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Îmrali ye ku Rêberê PKKê Ocalan lê girtî ye.”

Demîrtaş di twîteka xwe de wiha jî got: “Bê guman HDP beşeke mezin a çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd. HDPê polîtîkaya hembêzkirin û ronîkirinê qebûl kiriye û hemû nêrînên li hember xwe qebûl dike.
Lê bi awayekî xwezayî navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd, parlamentoya Tirkiyeyê ye.

___

Civîna Navendî ya Nîderlandê

KDC

Li dor awayên parastin û rûbirûbûna vayrosa korona

KDC

NEWROZ Û SERHILDANA DIROKÎ YA KURDAN LI BAJARÊ KOLNÊ.

Harmn