KDC

Hejmara 14 û Nasnameya Neteweyekî

 

Hermin Ehmed

Di dîroka wan gelên ku ji bo serfirazî, serxwebûn û azadiyê şoreş û têkoşînê kirine, kêm serok hene ku navê wan bi navê neteweya wan re hevwate bûye û ji bo gelê wan li ser asta cîhanê bûye nasname û faktora nasandinê. Kêm serok hene ku karîbûn bibin kesayetiyek cîhanî û peyam û dengê neteweya xwe bigihînin cîhanê. Her di nava dîrokê de, ew serokên şoreşger kêm in ku giranbihaya wan a mirovî û şoreşgerî bûye ders, hem ji bo neteweya xwe û hem jî ji bo gelek gelên cîhanê. Û bextewariya Kurdan e ku Mela Mistefa Barzanî, ku navê herî geş û ronîdar ê dîroka tevgera azadîxwazî ya gelê Kurdistanê ye, yek ji wan rêber û serokên kêm yên dîrokê ye.

Di rastiyê de, ne ez bi xwe wêrekiya wê yekê di xwe de nabînim ku di nivîsekê de bikaribim bi temamî behsa taybetmendî û xalên herî geş ên jiyan û têkoşîna Barzaniyê nemir bikim, û ne jî qada kurt a vê gotarê, ez bawer im, rê nade min ku mafê wî bidimê. Ez di pesnê Barzaniyê bavê me yê rûhî de tenê evqas dibêjim, ku ji zarokatiya xwe ve heta niha, ji mala me ya biçûk li Silêmaniyê, heta digihîje temenê min ê niha ku bi salan e li Ewropayê dijîm û min gelek welat û bajarên cîhanê dîtiye û min gelek civakên cîhanê naskiriye û min gelek xwendiye û min beşdarî gelek civîn û konferansên navxweyî û navneteweyî de kiriye, di dirêjahiya vê temenê xwe de, min tu navek wekî navê (Mistefa Barzanî) di nava dîroka Kurd û Kurdistanê de naskirî û navdar û bi rûmet nedîtiye û nebihîstiye.

Li gel wan xalên jorîn, ez dixwazim li vir behsa çend rasthatineke ecêb bikim ku bi hejmara 14 ve girêdayî ne di dîroka têkoşîn û berxwedana vî serokê mezin û malbata wî ya şoreşger de. Hûn jî bi min re bi baldarî li van rasthatinan binêrin û piştî xwendin û lêkolînê, hûn dikarin nêrîna xwe li ser wê bibêjin, gelo rasthatinek e an çi ye?

Jidayikbûna Barzanî di roja 14ê Adarê de, ne tenê rasthatineke dîrokî ye, belkî destpêka zincîreke 14 salî ye ku qonax bi qonax dîroka hemdem a Kurdan de pê hatiye xêzkirin û sêwirandin:

Ji 1932 heta 1946 (14 sal), Şoreşên Barzan, bingeha redkirina bindestiyê û avakirina hişmendiya neteweyî danîn.

Ji 1946 heta 1960 (14 sal), qonaxa Komara Kurdistanê û çûna Barzanî û hevalên wî ya Yekîtiya Sovyetê û derbasbûna ji çemê Arasê, piştî wê jî vegera Barzanî ya bi rûmet û bi heybet ya nava têkoşînê bû, ku amadekarîyeke stratejîk bû ji bo qonaxeke mezintir.

Ji 1961 heta 1975 (14 sal), Şoreşa Îlonê Kurd wek lîstikvanek siyasî yê bihêz da nasîn.

Ji 1975 heta 1989 (14 sal), piştî têkçûnê, têkoşîn bi awayekî nû berdewam kir, heta dawiya qonaxa Enfalê.

Ji 1991 heta 2005 (14 sal), kiyana dewletdarî û damezrandin û gihandina sîstema qanûnî.

Ji 2003 heta 2017 (14 sal), Kurd gihîşt lûtkeya daxwaziya serxwebûnê û referandûmê.

Ev dubarebûna hejmara 14 rasthatin e, an qeder e, an jî tiştekî din li pişt wê heye, ya girîng ew e ku li cem me Kurdan xwedî nirxeke girîng e. Salane dema ku di roja 14ê Adarê de bi hezaran ciwan, pîr û kal, zarok, keç û xort, jin û mêr dibînim diçin herêma serbilind a Barzan û bi şanazî û rêzdarî diçin Mezara Nemiran, wê demê ez hest bi şanaziyeke bêhempa dikim ku, ew şanaziyeke gelek gelên din jê bêpar in, ji ber ku wan rêberek wek General Mistefa Barzanî nîne.

Silav û dirûd ji bo rûhê paqij ê Barzaniyê nemir û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê…

___

Yekî Ewrûpî li welatê kurdan bi kurmancî ket bazarê 

KDC

Di bîrewya Rojnamegerya Kurdî da.

nusar1

Rêkeftina PDK, Sedr û Erebên Sunnî, Wê Ji Aloziya Siyasî Derbas Bibe

KDC