KDC

Hêza veşartî ya diyasporaya Kurdistanê!

Karox Xoşnaw

Civaka diyasporayê li welatê duyemîn her dem hêzeke mezin a neteweyî û bibandor in ji bo gel û niştimana xwe, ku dikare di her demê de di hemû astên aborî, siyasî, dîplomatîk û çandî de alîkar û piştevanê miletê xwe bin. Diyasporayên neteweyên xwedî dewlet wekî Yewnanî, Îtalî, Ermenî, Cihû, Tirk û Lubnanî, her wiha neteweyên bêdewlet wekî Baskî, Ketelonya, Skotlenda, Tamîl û hwd mînakên berbiçav ên vê ramanê ne.

Ji ber komek sedem û qeyranên mezin, bi taybetî siyaseta dagirkerî û zordariyê ya dewletên dagîrkerên Kurdistanê, bi sed hezaran Kurdistanî ji her çar parçeyên Kurdistanê ve bi neçarî welatê xwe yê resen terikandine û bûne penaber li seranserê cîhanê, bi taybetî li welatên Ewropa, Amerîka, Kanada, Avusturalya û hwd. Welat hene ku bi dehan hezar û heta bi sed hezaran welatiyên Kurdistanî lê bi cih bûne, bi vî awayî revenda Kurdistanî ji aliyê hejmarê ve, bi taybetî di van 30-40 salên dawî de, geşedaneke berfireh bi xwe ve dîtiye.

Diyardeyeke asayî ye ku nifşê yekem ê diyasporaya Kurdistanî, wekî ya her miletekî din, ku cara yekem koçber dibin, bala wan di pileya yekem de diçe ser bicihbûn û dabînkirina jiyanê û alîkariya malbatên xwe yên li Kurdistanê, ligel xwe guncandina bi yasa û çanda welatê nû re. Her çend şiyana wî nifşî ji bo têkelbûna bi civaka nû re sînordar e û serketina li ser astengiyên serketinê karekî hêsan nîne, ligel wê jî rêjeyek ji wan, heta ku hindik bin jî, serketî bûne û karîne xizmetê bigihînin civakên xwe li her du aliyên Kurdistan û derveyî welat.

Nifşê yekem ê diyasporaya Kurdistanî, zade û perwerdeya Kurdistanê ne û bi dilsoziyeke bêpayan her tim di xema niştimanê xwe de bûne û di demên karesat û bûyerên nexweş de hewla bêwestan dane ji bo gihandina dengê gelê Kurdistanê bi raya giştî ya civaka navneteweyî û medyayên cîhanê. Lê mixabin bandora wan li ser bûyerên girîng û kişandina sempatiya civakên nû ji bo Kurdistanê û bandorkirina li ser çarenivîsa gelê me her sînordar maye. Beşek ji vê yekê girêdayî astengiyên mezin ên li pêşiya penaberên nifşê yekem e li welatekî biyanî an jî tênegihîştina ji pêvajoya biryardanê di nav sîstema siyasî û îdarî ya welatên Rojava de. Beşekî din jî girêdayî perçeperçebûn û belavbûna civakî û siyasî ya revenda Kurdistanî ye, ew jî ji ber girêdana wan bi rewşa bûyer û dînamîkên siyaseta navxweyî ya Kurdistanê ve. Ew revend wekî dirêjkirina civakên hundir e, her tim kêşe, nakokî û cemsergiriyên navxweyî yên welat veguhastine bo wan welatên ku tê de niştecîh bûne. Ev yek jî bûye sedem ku mîna navxwe ya Kurdistanê, diyasporaya Kurdistanî li derveyî welat jî rastî nexweşiya dabeşbûn û perçeperçebûnê were û ji ber wê nikaribe li dora doza xwe ya mezin a hevbeş kom bibe û karê lobiyê yê berfireh di çarçoveyeke giştgîr de bike. Loma tevî hewl û çalakiyên partiyan an rêxistinan di nav civaka sivîl de jî, bandora wan li ser rûdana bûyeran û siyaseta welatên xwe di asta mezinahî û hejmara diyasporayê de nebûye.

Cihê dilxweşiyê ye ku niha nifşê duyem û sêyem ê diyasporaya Kurdistanî gihîştine û bêtir bûne parçeyek ji civakên xwe û wekî her welatiyekî din pêş bi şiyanên xwe di warê hînbûn, xwendin û karkirinê de didin. Ew wekî xwedîmal û beşekî bibandor di civakê de û ligel çand û ferhenga welatê xwe mezin bûne. Piraniya wan di rêya xwendin, siyaset, huner, wêje û karsaziyê de karîne şopa xwe diyar bikin û heta rola serkirdayetiyê tê de bibînin. Bêguman ew bi şêwazekî cuda ji nifşê yekem difikirin, pîver û normên wan welatan baştir dizanin û şiyana wan a bandorkirina li ser sîstema biryardanê zêdetir e. Ew dikarin roleke mezin di derbarê doza mezin a Kurdistanê de bibînin, bi taybetî eger şiyanên wan werin berhevkirin û arastekirin. Ew jî pirsa mezin e, gelo çawa ew şiyana veşartî ya revenda Kurdistanî ya li derveyî welat bê derxistin û bi dîtin û stratejî û rêbazeke neteweyî ve bê arastekirin.

Diyar e berê hewl hatiye dayîn ku lobiya Kurdistanî li derveyî welat bê rêkxistin an jî hevahengî di navbera wan de hebe, lê heta niha ew hewl perçe perçe bûne û berdewamiya wan nebûye. Heta niha tu aliyekî nekarîye çarçove û bernameyeke hevbeş bîne meydanê ku hewlên cuda di xwe de bigire an jî caneke nû bide ciwanên nifşê duyem û sêyem, yên ku li wan welatan ji dayik bûne û mezin bûne. Her wiha partîkirina kar û çalakiyên diyasporaya Kurdistanî sedemên berbiçav in ji bo serneketina wan hewlan.

Xweşbextane, bi van dawiyan hewleke nû bi hesteke nû hatiye meydanê ji bo dagirtina wê valahiya lobiya Kurdistanî û ji bo komkirina Kurdistaniyên derve di bin banê saziyeke neteweyî ya bihêz û bibandor de, ew jî Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî ye, bi armanca ku bibe sedemek ji bo bihêzkirina lobiya Kurdistanî û baştir arastekirina diyasporayê.

Ev sazî hewl dide bi ruheke neteweyî ya bihêz û dûr ji girêdana partî û kesayetî kar bike. Bêguman ev cure hewl derfeteke zêrîn diafirîne ji bo bi kar xistina şiyana diyasporaya Kurdistanî û avakirina lobiyeke bihêz û bibandor bi arasteya xizmeta ax û gelê Kurdistanê di bûyer û pêşhatên nû de, ku tê payîn ku guhertinên mezin di sîstema navneteweyî û rêvebirina nakokiyên cîhanê de werin holê.

Tu carî dereng nîne ku hewl bêhtir werin xurtkirin ji bo komkirina zêdetirîn welatiyên diyasporayê di bin banê vê saziya neteweyî de û spartina erkê plandanîn û hevahengiyê tê de bi kesên çalak û bibandor û xwedî ezmûn. Kesên ku di şiyana wan de be ku dûr ji îdeolojiyeke diyar an cemsergiriya partîtiyê, saziyê bikin neteweyî û bikin platformek ji bo hemû diyasporaya Kurdistanî bi hemû netewe, ol, pêkhate û îdeolojiyan ve. Bi hev re hewla dabînkirina çavkaniya darayî bidin, di rêya alîkariya bê şert ve, heta ku serxwebûna rêxistinê û biryarên wê bê parastin. Ligel van jî, pêwîst e ku kur û keçên nifşê duyem û sêyem ê diyasporaya Kurdistanî roleke bibandor tê de bilîzin û girêdana wan jî bi niştimana mezin a hevbeş re bihêztir bibe.

___

Deh û yek sal derbas dibin hê jinosayda Êzîdiyan berdewame.

Harmn

UK: Navenda Birminghamê Şahiyek Ji Bo Malbatên Kurd li da xist

Harmn

Mîrasek ji Hêvî û Yekîtiyê

Harmn