Komele, wek beşek jı civaka sivîl
Ez di vê nivîsa xwe de zêdetir balê dikişînim ser prensîbên xebata komeleyatî ku zêdetir li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), derbas dibin. Lê belê gelek ji van prensîban li her derê cîhanê derbas dibin.
Civaka sivîl bi giştî ji rêxistinên sivîl yên fermî û nefermî, weqf, tor û komên curbecur pêk tê ku ji bo armanceke hevpar hatine cem hev û bi daxwaza xwe ji bo vê armancê kar dikin.
Rêxistinên sivîl, wek sazî û di xebatên xwe de, bi hikûmet û desthilatên siyasî û aborî ve girêdayî nîn in. Civaka sivîl bi hev re dibe Hevkara pêşketina civakê, beşdariya gel û avakirina civakeke demokratîk. Lewra demokratîkbûna van saziyan bixwe, mercekî bingehîn e.
Li gorî Saziya Navendî ya Statîstîkê li Swêdê (SCB), di sala 2023yan de 163,900 komeleyên îdeal/sivîl hebûne. Komele, cureya herî berbelav ya rêxistinên sivîl in û %63yê rêjeya tevahiya civaka sivîl pêk tînin. Li gorî rêbaza giştî ya komeleyatî li gelek welatên Ewropayê, dema 3-5 kes bên cem hev û xwedî armanc û destûreke bingehîn (tuzûk) bin, dikarin amadekariya avakirina komeleyekê bikin.
Li welatên cuda, mercên komelebûnê tên guhertin. Her çiqas komeleyek dikare ji 3-5 kesan pêk bê jî, gelek caran ji bo ku komeleyek bikaribe ji şaredariyê alîkariya darayî wergire, divê hejmara endamên wê herî kêm 20 kes bin.
Civaka sivîl herî zêde ji komeleyan pêk tê. Pênaseya bingehîn ya komeleyên îdeal; avabûn û xebatên wan yên xwebexş in ku ji bo armanceke hevpar û bêyî armanca qezanca aborî ya kesane tên meşandin.
Tu mecbûrîyetê qanûnî nîne ku komele xwe li welat û bajarê xwe tomar bikin; lê dema xwe tomar nekin, wek komeleyeke fermî û heta demokratîk nayên hesibandin. Komeleyên ku xwedî hejmara qeydê (hejmara rêxistinî) nîn in, nikarin ji bo xebat an projeyên xwe daxwaza alîkariyê bikin û nikarin hesabê bankeyê vekin.
Ji bo komeleyên îdeal qanûneke taybet û serbixwe nîne. Prensîbên giştî yên hiqûqî, rêbazên demokratîk û merc ile yasayên cuda yên ku ji bo babetên cuda hene, ji bo komeleyan jî derbas dibin. Komeleyên îdeal jî divê li gorî van tevbigerin.
Li jêr, li gorî prensîbên giştî yên civaka sivîl û tecrûbeya xwe ya zêdetirî 30 salan a di jiyana komeleyatî de, ez ê hewl bidim behsa çend babetên girîng bikim:
Aboriya komele
Hatiniyên komeleyê gelek caran ji heqê endametiyê, alîkariyên saziyên fermî an jî ji bexşên kesan pêk tên. Divê hatiniyên komeleyê di hesabê bankeyê de bên parastin. Divê di protokola Komiteya Birêvebir de bi zelalî were diyarkirin, kî bi navê komeleyê berpirsê aborî ye; her weha serok û berpirsê aborî bi serê xwe an jî bi hev re mafê kontrolkirina hesabê bankeyê hene.
Hatin û çûyinên komeleyê, ger ne pir zêde bin, gelek caran dikarin ji aliyê muhasibê/ên komeleyê ve ku di kongreyê de hatine hilbijartin, bên kontrolkirin. Lê ji bo hatiniyên ku
zêdetirî 20 hezar euro ne, gelek caran kontrol û raporta muhasibekî fermî (rêveberê kontrolê) hewce ye. Ev muhasib divê yekî li derveyî rêxistinê be û ne mirov an hevalê nêzîk ê endamên komiteya birêvebir be.
Di kongreyê de raporta aborî tê xwendin. Piştre raporta muhasib an komiteya muhasîban tê pêşkêşkirin. Ger muhasib beşa aborî ya komeleyê pesend neke û li gorî yasayê û bi awayekî dirust qeyd nekiribe, mafê endamên kongreyê heye ku komiteya birêvebir ji berpirsiyariyê azad nekin.
Li gorî hemû prensîb û rêbazên xebata komeleyatî, divê endamên komiteya karger/birêvebir a komeleyeke îdeal, xwe bixwe an mirovên xwe di komeleyê de wekî karmend tayîn nekin. Di wan biryarên ku têkiliya wan bi qazanc û berjewendiyên aborî yên kesane, an yên heval û mirovên wan ve heye, divê ew bi xwe beşdarî dengdanê nebin.
Komiteya birêvebir dikare carinan ji bo bicihanîna projeyên demkî kesekî ji komiteyê destnîşan bike û demek jê re heqdestekî sînordar ku di projeyê de hatiye diyarkirin bide. Lê di rewşek weha de, kesê ku ji bo vî karî tê pêşniyarkirin, divê di biryargirtinê de beşdar nebe. Ji bo karmendiya daîmî ya komeleyê, divê kesek ji derveyî komiteya birêvebir were dîtin, ev kar were îlankirin (anonskirin) û mercên di vî warî de bên bicihanîn. Ya girîng ew e ku mirov wekî endamê komiteya birêvebir, postê xwe yê rêvebiriyê ji bo dabînkirina jiyana xwe ya kesane bi kar neyne. Di heman demî de karsaz û karmend nebe.
Carinan tê gotin ku ji ber ku rêvebirên komeleyê bê mûçe kar dikin, xebat bi awayekî profesyonel bi rê ve naçe. Li gorî wan, ger rêvebirên rêxistinên sivîl mûçe wernegrin, nikarin xebateke profesyonel bikin. Wek min li jor jî behs kir, bingeha xebata sivîl xebata xwebexş e ku ji bo armanceke tê kirin. Dema ku cihê rêveberiya komeleyê bibe cihê qazanca kesane an dabînkirina jiyana şexsî, armanca xebatê êdî ji bo wî kesî girîngiya xwe winda dike. Ji bo wî tiştê girîng dibe ew kursiya ku debara xwe jê peyda dike. Ji ber vê yekê, ji bo ku kursiya xwe di rêxistinê de winda neke, her tiştî dike û her rê diceribîne. Êdî pirs nabe “ez ji bo bicihanîna armancên komeleyê çi bikim?”, pirs dibe “çi ji bo min baş e?”. Têkilî û xebatên xwe li ser vê bingehê ava dike û dibe asteng li ber pêşveçûna rêxistinê. Kesên ji xwe zanatir û dildartir bi awayekî tasfiye dike, daku kes nemîne daxwaz û kiryarên wî yên şaş bibîne û eşkere bike. Heta ji bo ku kes wekî alternatîf dernekeve pêş an neyê namzedkirin, li ser wan kesan tohmet û derewan belav dike.
Ji bo hin kesan jî cîhek di rêxistinê de ne cîhê xizmetê ye; cihê peydakirina postekî an statuyekê ye. Ji ber ku xwe wekî kesayetek nabînin û xwe kêm dibînin, her rê bi kar tînin ku di cihê xwe de bimînin; heta ji bo vê yekê kesên ji wan çalaktir û zanatir reş dikin. Mixabin psîkolojiya bindestiyê jî bandoreke neyînî li ser vê rewşê datîne. Ya xirab ew e ku, kesên weha bêyî ku xizmeteke wan ya berbiçav hebe, xwe bi kursiya komeleyê ve dizeliqînin.
Dîsa mixabin, di jiyana komeleyatî de mirov dibîne ku hin kes komele û rêxistinê li şûna cîhekî ji bo armancên hevpar, wekî şîrketa xwe ya taybet dibînin. Bêyî ku rîayetî destûr û pîvanên demokratîk û biryarên komiteyê bikin, rêxistinê bi rê ve dibin.
Xebata xwebexş, lê bi hişmendiya profesyonel
Xwebexşî nayê wê wateyê ku mirov nikare bi hişmendiyeke profesyonel bifikire û bixebite. Xebatên ku bi hişmendiya profosyonel hatine plankirin û pêkanîn, xûya dibin û nirxê van xebatan pir bilind e. Her weha, cudahiya dan û stendinên profesyonel û neprofesyonel jî pir eşkere ne.
Kesên ku li gorî destûr û armancên komeleyê kar dikin û di xebatê de pîvanên demokratîk diparêzin, profesyonel difikirin û tevdigerin. Ji bo wan tenê tiştên ku xizmeta armancên komeleyê dikin girîng in. Ew ne li gorî berjewendiyên xwe, heval û dostên xwe, belê li gorî berjewendiyên komeleyê helwestê nîşan didin. Di danûstandinên xwe de jî profesyonel in; kar û têkiliyên xwe yên taybet û yên komeleyatî têkel nakin. Baweriyên xwe yên hizbî an olî nakin nav xebat û danûstandinên komeleyên sivîl û wan li ser endam û derdora xwe ferz nakin.
Kesên ku rolên xwe nizanin û berpirsiyariyên xwe têkîlhev dikin, zirarê didin xebatên komeleyatî. Li Ewropayê em dibînin ku kesên ji hizbên siyasî yên cuda, an ji dîtin û olên cuda, ji bo babet û armanceke hevpar torên cuda pêk tînin an jî di rêxistineke sivîl de bi hev re kar dikin. Di van tor û komeleyan de, ew nêrînên xwe yên siyasî û taybet li derve dihêlin. Ji bo berpirsiyarî û berdevkiya tor û komeleyê, kîjan kes ji bo pêkanîna armancê baştir be, wî hildibijêrin. Di xebatê de jî bê cewazîya dîtinên sîyasî, dibin alîkarê hev.
Bawerî, tê qezençkirin
Xebata komeleyatî li ser bingeha baweriya endaman dimeşe. Ger baweriya piraniya endaman ji bo endamekî komiteyê nemîne, divê ew kes xwe bide alî. Di civakên Ewropayê de, dema mirov bi dengên endaman ji bo karekî were hilbijartin, ji vî karî re dibêjin “wezîfeya baweriyê”. Her wezîfeya baweriyê di heman demê de tê wateya hesabdayînê jî. Ji ber ku endaman ji bo karekî baweriya xwe daye wî kesî, mafê wan heye jê bipirsin ka ev kar bi çi awayî û bi çi qasî pêk hatiye? Wek minak ger komiteyeke birêvebir, bê biryara kongreyê mal û milkên komeleyê bifroşin, baweriya endaman winda dikin. Kesên xwedî cîhekî baweriyê divê bikaribin bi zelalî hesabê biryar û kiryarên xwe bidin.
Baweriya endaman yekser nayê stendin, divê were qezençkirin. Di navbera her du kongreyan de helwest, kiryar û encama karê mirov çi qas xizmeta armancên komeleyê bike û çi qas li gorî destûr û qanûnan be, mirov ew qas baweriya endaman qezenç dike.
Ji ber ku endamên komiteyên rêxistinên sivîl bi awayekî xwebexş kar dikin, kes li bendê nîne ku ew hemû kar û barên xwe berdin û tenê karê komeleyê bikin. Endam, ne ji bo karê pir û bêserûber,
ji bo karên rast, pak û dirust ku xizmeta armanca komeleyê û berjewendiya doza hevpar dikin, baweriyê didin rêvebiran.
Beşdariya gencan/ciwanan di xebatên komeleyatî de
Li komeleyên sivîl yên li dîyasporayê, hejmara nifşê yekem zêdetir e. Gelek ji nifşê yekem, dema ji welatê xwe derketin, çalakgerên siyasî û îdealîst bûn. Ji bo azadiya welatê xwe, ji bo doz û armancên xwe bedelên mezin dabûn. Penaberî bixwe bedelekî giran bû û jiyana penaberiyê ne hêsan bû. Wan nas, dost, heval û mirovên xwe di nav zilm û kedxwarî de hiştibûn; lewma divê dengê wan bigihandana her derê û ji bo doza azadiya gel kar bikirana.
Gelek ji komeleyên ku hatine avakirin, di salên 80 yî de ji aliyê kurdên bakur ve hatin damezirandin ku piştî derbeya leşkerî mecbûr mabûn derkevin dervayî welat. Ji ber vê yekê, di merkeza xebatên wan de pirsa Kurd, maf û azadiya gelê Kurd û piştgiriya girtiyên siyasî hebûn. Gelek ji wan îdealîst û fedekar bûn. Piraniya wextê xwe dan xebatên komeleyên sivîl û rêxistinên siyasî. Sînorê di navbera karê rêxistinên sivîl û yê partiyan carinan têkel dibû. Nakokiyên di navbera partiyên siyasî û endamên wan de, bi awayên cuda bandora xwe li ser xebatên komeleyatî jî datanî.
Zarok û ciwanên wan di rewşeke cuda û di civakeke din de mezin bûn. Rastiya dê û bavên wan, di gelek waran de, ne rastiya jiyana wan bixwe bû. Ew di civakeke din de, bi îmkan û astengiyên din mezin dibûn. Ew li dîyasporayê bûn, lê dê û bavên gelekan li welat mabûn. Kok û dîroka xwe bi riya dê û bavên xwe fêr dibûn, bindestiya Kurdan bandor li wan dikir, lê ne amade bûn ku mîna nifşê yekêm xebatê bikin.
Ev yek nayê wê wateyê ku komeleyên ku nifşê yekem avakirine an tê de kar dikin ne baş in an ne serkeftî ne. Bi gotineke din, nebûn an kêmkirina hejmara ciwanan di komeleyên Kurdî de ne rewşeke neasayî ye; ev rewş di komeleyên Ewropî bixwe de jî heye. Ciwanên Kurdistanî yên li dîyasporayê li gorî şert û mercên xwe, bi metod û awayên xwe xwe bi rêxistin dikin û li ser wan pirsên ku ji bo wan girîng in kar dikin. Gelek caran bi riya torekê, medyaya civakî an komên demkî yên ku ji bo babetekê hatine cem hev, an jî di rêxistinên taybet yên ciwanan de xebatên komeleyatî û rêxistinî dikin.
Li gorî min, pirs ne ew e ku “çima di komeleyên nifşê yekem de ciwan nîn in an kêm in?”. Pirs ew e ka komele û rêxistinên sivîl divê çawa piştgiriyê bidin ciwanên ku dixwazin bi metod, tor û rêxistinên xwe yên taybet kar bikin. Nifşê yekem û rêxistinên wan, di dema herî zehmet de bi xwebexşî xebatên pir girîng kirine û dikin. Lê ev yek nayê wê wateyê ku nifşê yekem (û carinan nifşê duyem) li dîyasporayê zarok û ciwanên xwe di hundirê qalibê rêxistinên ku bixwe danîne de asê bikin. Ew dikarin di hin platforman de ji bo armancên hevpar hevkar bin, ji hev fêr bibin û hev du fêm bikin; lê divê ciwan rêxistina xwe bixwe bi rê ve bibin.
Komele, navend û federasyonên ku rê li ber ciwanan vedikin, îmkan û platforman peyda dikin, alîkariya tîmên werzîşê, xwendekaran, qursên ziman, komên govend û hunerê û çalakiyên ciwanan dikin – bêyî ku nêrînên xwe li ser wan ferz bikin û tenê tecrûbeyên xwe parve dikin – xizmeteke mezin ji bo beşdariya ciwanan di xebatên rêxistinî de dikin. Pir girîng e ku ciwan wekî “subjekt” bin, ne ku tenê guhdar û beşdarên pasîf bin.
Beşdariya jinan di xebatên komeleyatî de
Jin nîvê civakê ye. Her çiqas hejmara jinan di komeleyên sivîl de li gorî berê zêdetir bibe jî, gelek caran di rêxistinên sivîl û komeleyên Kurdan de hejmara mêran zêdetir e. Tê zanîn ku li dîyasporayê keçên Kurd ji xortan zêdetir berê xwe didin xwendina bilind. Gelek ji dayikên van keçan, wekî nifşê yekem ê jinan, mecbûr man di gelek qadên jiyanê de têkoşînê bidin. Di nav gelek zehmetiyan de, xwendin, kar kirin, xebata komelayetî kirin. Li welatên xeribiyê paşerojek ji bo xwe û zarokên xwe ava kirin. Lê xebatên ku wan bi îmkanên teng kirin, wekî ku pêwîst e diyar nebûn; li ser wan nehat nivîsandin, xebatên wan nehatin dokumentkirin û arşîvkirin.
Komeleyên ku bernameyên xwe li gorî şert û mercên jinan amade dikin û cih, îmkan û berpirsiyariyê didin wan, dikarin hejmara endamên xwe yên jin zêdetir bikin. Ger di komeleyekê de jin tune bin, divê ev wekî pirsgirêk (problem) were dîtin û ji bo zêdekirina endamên jin û beşdarîyên wan di xebatên komelayetî de plan û stratejiyek hebe.
Di vê demê de hejmara jinên çalak û zana ku dikarin rêveberiyê bikin ne kêm e. Gelek jin li dîyasporayê zûtir ketin nav civakê, ziman fêr bûn û xwendina bilind qedandin. Bi gotineke din, dema ku jin di rêxistinê de hebin lê di rêveberiya komeleyê de cih negrin, divê komele vê wekî kêşeya komeleyê bixwe bibîne, ne wekî kêşeya jinan. Divê komele ji bo çareserkirina vê kêşeyê bixebite. Gelo sedem çi ye ku jin di xebata komeleyatî de beşdar nebin. Gelo komele li gorî armancên xwe dixebite? Gelo metodên xebatê rast in?
Zêdekirina hejmara jinan, nayê wê wateyê ku mirov jinekê bi awayekî sembolîk wekî “dekor” bixe nav komiteya birêvebir, bêyî ku zanyarî û eleqeya wê jinê bi xebata komeleyê re hebe. Ev yek, berî her tiştî bêrêzî ye li hember wê jinê bixwe. Em dizanin ku mêrên ku di rêxistinên sivîl de tenê wekî dekor in û vê yekê ji bo xwe nakin pirsgirêk ne kêm in. Çi jin çi mêr, divê nebin dekor. Ev yek di serî de li hember xwe bixwe bêrêzî ye.
Jinên çalak û xwedî kompetens (şarezayî) hene. Ger komele vekirî be, armancên wê zelal bin û rê û şertên çalakbûna jinan ava bike, dê jin hebin ku bixwazin di xebatên komeleyatî de cîh bigrin. Dema ku jinên weha di xebatên komeleyê de cihê xwe digrin, hewlên hinek kesan ku dixwazin bidin nîşandan ku “tenê ji ber ku jin in ev cih girtine”, bêrêzî ye li hember jinên xebatkar, zana û xwedî vizyon yên ku ji bo rêveberiyê hatine hilbijartin.
Carinan jî jin bixwe naxwazin jinên din – bi taybetî jinên ku ji wan zanatir û çalaktir in – di rêxistinên sivîl de cih bigrin an diyar bibin. Ditirsin ku dema jineke çalaktir bêt nav komeleyê, cih ji wan re nemîne. Ji ber vê yekê, her tiştî dikin ku jinên weha bê sedem reş bikin û nav û îtibara wan kêm bikin. Ev yek ne tenê ji aliyê jinan ve tê kirin; çi jin çi mêr, kesên ku bi xebat, zanîn û helwestên xwe nikaribûne xwe bidin qebûlkirin dixwazin bi reşkirina kesên ku ji bo xwe wekî gef (tehdît) dibînin, xwedî cîhekî bin. Lê nizanin ku dema mirov nikaribe baweriya xelkê qezanç bike û armancên komeleyê bi cîh bîne, wateya tu postî namîne. Postên di komeleyên sivîl de, postên xizmeta xwebexş ya ji bo demekî ne; ne cihên rûniştina daîmî ne.
Partîcîtiyê di nav komeleyên sivîl de
Divê partîyên sîyasî li ser rêxistinên sîvîl biryarê nedin. Pircureyî û firehbûna rêxistinên sîvîl re zerar nedin. Carina parti bixwe ev yek nakin, lê henî endamê wan, bi navê wan, bo berjêwendiya xwe yên şexsî navê partîyan bikar tînin. Him ji partiya xwe re, him jî rêxistina sîvil ku tê de endam in re zerar didin.
Asayî ye ku rêxistinên sîyasî û rêxistinên sîvîl bo armancên hevbeş hevkarîyê bikin û diyalog di navbera wan de hebin. Pir asayî ye ku kesek di heman demê de endamê partiyeke siyasî û endamê komeleyên sivîl yên curbecur be. Li van cîhan, li gorî armanc û destûra her saziyê kar kirin tiştekî normal e. Ya ku ne asayî ye ew e ku mirov rolên xwe yên cuda têkîlhev bike.
Helbet di komeleyên sivîl de, kesên xwedî nêrîn û baweriyên cuda dikarin bo armancên hevpar kar bikin. Ger henî kes komeleyê wekî şaxê (şubeya) partiya xwe bibînin, ew komele nikare bibe rêxistinekî sîvîl. Rol û fonksiyona xwe winda dike. Mirov nikaribe rolên xwe yên cuda ji hev cuda bike, bila biryara xwe bide û tenê di cîyêkî de kar bike.
Çend pîvan bo demokratîkbûna komeleyê
Komeleyên sivîl di avakirina nirxên demokratîk de roleke pir girîng dileyzin. Yek ji van nirxên girîng, beşdariya endaman di xebat û biryaran de ye. Tu kes bi tenê xwediyê komeleyê nîne; komele ya endaman e. Endam divê li ser xebatan xwedî agahî bin daku bikaribin li ser xebat û biryarên giştî bandorê bikin.
Tu kes nikare bi serê xwe kesekî di organên rêxistinê de deyne an rake. Endamên organên her komeleyê di kongreyan de bi hilbijartinê tên û diçin. Komele, divê ji kesên ku armanc û destûra komele qebûl dikin re vekirî be.
Komiteyên birêvebir divê civînên perîyodîk ji bo komiteya xwe û endamên xwe bikin, protokol û biryarên civînên xwe wekî protokol arşîv bikin. Divê destûra komeleyê jî li gorî prensîbên demokratîk be.
Divê kongre di dema ku di destûra komeleyê de hatiye diyarkirin de were lidarxistin. Kongre fermiyet û meşruiyetê dide rêxistinê. Pêwîst e ku kongreyên komeleyê li gorî usûlan bên gazîkirin. Destûr û rojeva kongreyê, raporta xebatê û ger hebe pêşniyarên ji bo plana xebata nû, divê beriya kongreyê ji endaman re bên şandin. Gelek komiteyên birêvebir li dîyasporayê ji komeleyan/nûneran daxwaz dikin ku pêşniyarên xwe yên ji bo xebatên pêşerojê beriya kongreyê bişînin. Wê demê endam, ger bixwazin di kongreyê de li ser pêşniyara wan biryar were girtin, divê pêşniyara xwe ya ji bo biryarê bi nivîskî amade bikin.
Di piraniya kongreyên rêxistinên sivîl yên li Ewropayê de, nûner pêşniyarên xwe yên ji bo biryarê beriya kongreyê ji komiteya birêvebir re dişînin; ew jî bersiva xwe ya bi erê an na ji bo her pêşniyarekê amade dikin. Di kongreyê de jî li gorî vê yekê, her pêşniyar dikeve dengdanê. Wek mînak, rêveberê kongreyê pêşniyara nûnerekî ya li ser kêmkirina dravê endamtiyê û bersiva komiteya birêvebir (ku dibêje dravê endamtiyê wek xwe bimîne) dixe dengdanê. Yek-du kes li ser erêkirina pêşniyarê û yek-du kes jî li ser redkirina wê diaxivin. Piştre li ser pêşnıyarê dengdan çêdibe. Bi vî şiklî karê kongreyê hêsantir û demokratîktir dibe, û biryarên spontan (ji nişkê ve) nayên girtin. Wê demê hewce nake ku mirov di hundirê kongreyê de çend komiteyên din ava bike. Bi gotineke din, piranî û giraniya kar û barê kongreyê divê beriya kongreyê were kirin.
Rêveberiya kongreyê (dîwan) pir girîng e. Divê kesên ku wekî dîwan tên hilbijartin, di warê karê komeleyatî û birêvebirina kongreyên rêxistinên sivîl yên li Ewropayê de xwedî tecrûbe bin. Dema kesek wekî rêveberê kongreyê hat hilbijartin, divê kesên din mudaxeleyî rêveberiya wî/wê nekin.
Kongre organa herî bilind ya rêxistinê ye. Dema di babetekê de guman an îtirazek hebe, mirov dikare yekser ji kongreyê bixwe bipirse û di vî babetî de biryara kongreyê werbigre. Kongre divê bi xalên derveyî rojevê re mijûl nebe. Nûner û rêxistinên endam divê biryarên kongreyê û encamên hilbijartinê qebûl bikin. Komiteya birêvebir ya kevin divê piştî kongreyê hemû dokument, rapor û aboriya rêxistinê teslîmî komiteya nû bike.
Yek ji nirxên demokratîk yên girîng ew e ku komele divê ji bo endamtiya her kesê/a ku destûra komeleyê qebûl dike vekirî be. Wek mînak, mirov nikare bêje “di vê komeleyê de tenê hevalên min dikarin bibin endam”. Ger ji aliyê berpirsiyarekî, serokekî, komeleyekê an endamekî ve li dijî destûra rêxistinê karek hatibe kirin, cezayên ku di destûrê de hene tên bikaranîn. Biryara vê yekê jî komiteya birêvebir dide, ne ku kesek bi serê xwe. Her weha, serokê federasyon, navend an komeleyê nikare bi dilê xwe û bi serê xwe, kengî bixwaze komeleyê an rêveberiya komeleyê rake, di komiteya xwe de berpirsiyariyan biguhere an jî di şûna wan de yekî din tayîn bike.
Tomarkirina komeleyê li welat û bajarên ku hatine damezirandin, wekî fermiyet û nasnameya komeleyê tê qebûlkirin. Ev fermiyeta komeleyê nebe, nikare ji şaredariyê an ji saziyeke fermî alîkariya darayî werbigre û bi alîkariya wan projeyan pêk bîne.
Plana xebatê!
Xebatên spontan gelek caran bi lêz çêdibin û li gorî armancên federasyon an komeleyê nehatine plankirin. Carinan mirov dibîne ku raporta xebata salekê ya komeleyekê tenê ji serdan, sersaxî, karên rûtîn û beşdariya hin civînan pêk tê. Bi gotineke din, raporta xebatê ne raporta xebatên plankirî ne.
Komele û klûb hene ku tenê ji bo hevdîtin, şîn û şahiyang hatine damezirandin. Pir asayî ye ku xebatên van komeleyan ji van tiştan pêk bên. Lê komeleyên ku bi armancên din hatine damezirandin, divê xebatên xwe jî li gorî armancên xwe plan bikin û ji bo bicihanîna wan bixebitin. Di komeleyên weha de, ji bo bicihanîna armancan, plana dema dirêj û ya dema kurt hewce ne. Carinan hewce dike ku komele ji bo demekê tenê li ser çend pirsên taybet balê bikişîne (konsantre bibe). Di heman demê de bi her tiştî re xebat feydeyekî zêde nade; wê demê kar nîvco û bi awayekî amatorî dimîne.
Ger armanc zelal be, û ger plana xebatê û budçe hebe, di dawîya salê de nirxandina xebatê hesantir dibe. Herweha li gorî encama vê nirxandinê hilbijartina endamên komiteya birêvebir jî hêsantir dibe.
GDPR û Komele
Pir xwezayî ye ku komele û rêxistin wêne û vîdeoyên xebatên xwe di malper û medyaya civakî de belav bikin. Lê divê rêveberiya komeleyê an beşa ragihandinê ji xwe bipirse: “Gelo hewce ye mirov her wêne, her tişt û her civînê belav bike?”. Divê mirov beriya belavkirinê bifikire ka belavkirina van wêneyan, van naverokan û van vîdeoyan çi feyde an çi zirarê dide komeleyê. Belavkirina her tiştî tu feydeyekê bi xwe re nayne; heta carinan dikare zirarê bide komeleyê, civakê û di encamê de jî bibe sedema zirara doza Kurd bixwe.
Her weha, mirov divê bifikire ku di dema civînekê, hevdîtinekê an serdanekê de belavkirina weşana zindî xizmeta armancên komeleyê dike an na. Kî kontrol û berpirsiyariya weşaneke zindî hildigire ser xwe? Divê rêveberiya komeleyê biryarê bide kîjan civîn û kîjan babet bi tevahî an jî beşek bi zindî bên weşandin. Beriya civînê, divê beşdarên civînê ji vî tiştî bên agahdarkirin, daku kesên ku naxwazin di weşana zindî de diyar bibin, bikaribin xwe bidin alî.
Yasa an Rêziknameya GDPR (General Data Protection Regulation) ku di Parlamentoya Ewropayê de hatiye pesindkirin, mafê parastina agahiyên kesane diyar dike. Wek mînak, dema mirov dibe endamê rêxistinekê, mercên endamtiyê pêwîst dikin ku mirov hin agahiyên kesane bide vê rêxistinê. Rêxistin jî divê diyar bike ku ev agahiyên kesane ji bo çi tên xwestin û dê çawa bêne parastin.
Endamtiya rêxistineke navendî/navneteweyî û derketina ji endametiyê
Mafê her komeleyê heye ku bibe endama federasyonekê an rêxistineke navendî. Biryara serîlêdanê an derketina ji endametiyê ji alîyê kongre ve an jî ger destûra komele selahîyet dabe, ji alîyê komîteya birêvebir ve bê dayîn.
Komele, navend û federasyon logoya rêxistineke navendî ku endamê wê ne, li gor destûr û biryara wê rêxistina navendî di çalakiyên xwe yên giştî de bi kar tînin. Lê divê bi zelalî diyar bibe; kî amadekar, kî hevkar û sponsorê çalakiyê ye.
Logo nasnameya rêxistinê ye û bê destûr, bê biryar û bê lihevhatineke zelal, nabe logoya rêxistineke din were bikaranîn. Komeleyên endam, çalakiyên komeleyê li herêmên xwe pêk tînin. Ger komeleyeke endama federasyonê bixwaze ji bo projeyeke taybet çalakîyeke giştî çêbike, hewce ye vê yekê bi riya diyalog û biryara komiteya birêvebir a federasyonê bike. Divê tevger, kar û çalakiyên komeleyê li dijî rêxistina ku tê de endam e, nebin.
Ji bo armancên hevpar: Hevkarî an Hevrikî (Rekabet)?
Dil dixwaze ku rêxistinên xwedî heman armanc, bibin hevkarên hev û çalakiyên girîng bi hev re amade bikin; bi vî awayî xizmetê ji bo yekitiya Kurdên dîyasporayê bikin. Ji bo vê yekê mînakên baş pir in. Li çendîn welatan, rêxistinên sivîl di nav xwe de komiteyên hevpar çêkirine û pîrozbahî û bîranînên neteweyî bi hev re amade dikin. Lê ev yek li her derê pêk nayê.
Gelek caran sedema bingehîn, bêbawerî ye. Ji hev bawer nakin ku xwedî heman armancên hevpar in, an jî xwedî hişmendiyeke profesyonel, têgihiştin û prensîbên hevpar in. Tecrûbeyên wan yên berê ev yek nîşan daye; lewra naxwazin bi hev re çalakiyekê amade bikin. Mixabin, gelek caran jî ji bilî fikra “bila çalakî tenê ya me be, bila piçûk be lê em bi tenê diyar bibin”, tu sedemeke din nîne ku çalakî bi hevparî neyên kirin. Sedemên kesane, nakokiyên şexsî, nebûna hişmendiya hevpar û teng û piçûk fikirîn, bandoreke neyînî li ser yekitiya û hevkariya rêxistinên sivîl dikin.
Bi taybetî dema ku serokê/a rêxistinê di karê hevkariyê de qels be, birêvebirina rêxistineke sivîl nizane, teng bifikire, û li şûna armancên komeleyê zêdetir berjewendiyên xwe yên kesane an yên hizba xwe bifikire, bingeha hevkarî û yekitiyê jî qels dibe û heta ji holê radibe. Kesên ku karê komeleyatî tenê ji serdanan, beşdariya şîn û şahiyan û tenê ji xuyabûna di wêneyan de pêkhatî dibînin, li pey hevkariyê jî nagerin.
Sedem çi dibe bila bibe, ev rewş wêneyekî yekbûyî nade Kurdan; berevajî wê, wêneyê perçebûnê dide. Yên ku di bîranînên komkujiyan û rojên neteweyî de, tên cem hev dê xizmetê ji bo yekgirtina kurdên dîyasporayê bikin.
Hevrikî (rekabet) her carê ne tiştekî xirab e. Hevrikî ji bo çêkirina çalakiyeke baştir rast e. Lê çi dibe bila bibe, dema berjewendiya giştî ya neteweyî pêwîst bike, divê komeleyên xwedî heman armanc hewldanên cidî bikin ku bi hev re bin. Dema nikaribin bi hev re bin, divê li kêleka hev bin. Divê li gorî armanc û doza mezin tevbigerin, ne ji bo berjewendiyên kesane û hizbî. Pîvana serkeftina kesan di xebatên rêxistinên sivîl de ev e: Çi qas li gorî hişmendiya armanc û berjewendiya rêxistinê tevdigerin, çi qas ji bo bicihanîna armancên rêxistinê xizmetê dikin û ewqas cîhê baweriyê ne.
Pir girîng e ku endam û birêvebirên komele mezin bifikirin, bibin alîkarên hev û ji bo pêşxistina rêxistinê her dem avaker (çêker) bin. Rêxistina xwe biparêzin. Divê Pêşniyar û rexneyên xwe ji bo başkirina rêxistinê bikin.
Çend çavkanî (Referenser):
- MUCF – Daîreya Karûbarên Ciwanan û Civaka Sivîl: www.mucf.se Şertên demokrasî û wekheviya zayendî û tiştên ku ji bo komeleyek wekî xwedî avahiyeke demokratîk bê hesibandin pêwîst in.
- Siyaseta hikûmetê ya ji bo civaka sivîl (Prop. 2009/10:55) Li vir şeş prensîbên sereke yên ji bo têkiliya di navbera dewlet û civaka sivîl de tên diyarkirin: serxwebûn û bêalîbûn, diyalog, kalîte, demdirêjî, vekirîbûn û şefafiyet, û her wiha pirrengî.
- Peymana (ÖK) di warê Entegrasyonê de (2010) www.regering.se (Dnr IJ2009/2235/UF) Peymaneke fermî di navbera hikûmetê, rêxistinên xwebexş (bêqezenc) ên di warê entegrasyonê de û Şaredarî û Herêmên Swêdê (SKR) de.
- NOD – Organa Neteweyî ya ji bo Diyalog û Şêwirmendiyê: Platformek ji bo diyaloga di navbera hikûmet û civaka sivîl de ku rêbername û prensîbên li ser ka hevkariya baş çawa pêk tê diweşîne.
- Pêşniyara Konseya Ewropayê CM/Rec (2007)14Derbarê: Rêbernameyên li ser statûya yasayî ya rêxistinên nehikûmî (NGO) li Ewropayê.Prensîb: Tekezî li ser azadiya rêxistinbûnê, serxwebûna ji dewletê û mafê rexnekirina desthilatdaran dike.
- Nilsson, Rune, 2006. Komeleya xwebexş: avakirin, birêvebirin û pêşxistin! Borlänge: Björnen.
- Olander, Håkan, 1999. Pirtûka destan a mezin a komeleyan. Stockholm: Hjalmarson och Högberg.
- Gyllenbok, Jan, 2018. Zanyariyên bingehîn ên komeleyan. NBV Skåne.
- Lodén Mats, Komele – ji ramanê ber bi pratîkê ve. Rêveberê projeyê: Studiefrämjandet.
Malper (Hemsidor):
- förening.se
- socialforum.se
- studieframjendet.se
- skatteverket.se
- abf.se – Destpêkirina komeleyekê (PDF) – Materyalê xwendinê yê ABF
Şermin Bozarslan

