KDC

Bi serpereştiya berpirsê Navenda Vancouver û bi boneya derketina yekemîn kovara Hawar, dibistaneke Kurdî li wî bajarê Kanadayê vekirin.

Roja Şemiyê 16ê Gulanê, bi serpereştiya Îsa Mêrgesorî, Berpirsê Navenda Revenda Kurdistanê -Vancouver, û bi boneya derketina yekemîn kovara Hawar bi zaravayê Kurmancî, her wiha bi hevkariya hejmarek kesayetî û dilxwazên zimanê Kurdî û mamosteyên bajêr, roja yekem a dersên fêrbûna zimanê Kurdî dest pê kir.

Ev çalakî li Zanîngeha Douglas Koleja Coquitlamê ya Vancouverê hat lidarxistin û zêdetirê bîst xwendekar tê de beşdar bûn.

Di axaftinekê de, Îsa Mêrgesorî, Berpirsê Navenda Vancouver, pîrozbahiya vê pêngava girîng û niştimanî pêşkêşî li xwendekaran û dêûbavên wan kir û destnîşan kir ku fêrbûn û parastina zimanê dayikê sembola mayîn û nasnameya her miletekî ye.

Her wiha wî zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd wekî girîngtirîn erkên Kurdên diyasporayê bi nav kir.

Piştî vê yekê, ders ji aliyê mamoste Perî ve bi zaravayê Soranî, mamoste Îman bi zaravayê Kurmancî û mamoste Mehabad bi zaravayê Behdînî tên pêşkêşkirin.

Her wiha naveroka mijaran ji aliyê mamosteyê zanîngehê Dr. Pejwak ve hatine amadekirin û berdewam çavdêriya wan tê kirin.

Ders bi awayekî pêşketî û nûjen tên pêşkêşkirin, ku tê de sûd ji vîdeo, anîmasyon, çalakî û pêşbaziyên curbecur tê girtin ji bo zêdekirina beşdarî û çalakbûna xwendekaran.

Hêjayî gotinê ye ku bi çendîn mehan e endamên Navenda Revenda Kurdistanê – Vancouver û çalakvanên taybet yên di vî warî de, bi hewldanên berdewam û bêrawestan xebitîne heya ku ev rojên serketî bi dest bixin û yekem dersa zimanê Kurdî bê pêşkêşkirin.

___

Serokê Berê Yê Koreya Başûr Di 90 Saliya Xwe De Mir

KDC

Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster Cijna Newrozê pîroz dike ..

KDC

Çalakiyên meha 04 a sala 2023 yên konfederasyona revenda Kurdistanî navenda revenda Kurdistanî

KDC