Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Berlînê ku dê di 20ê Îlona 2026an de bên lidarxistin, Jiyan Omer wekî berbijêrê Partiya Keskan li herêma hilbijartinê ya 3yemîn a Berlîna Navîn (Mitte 3) dest bi xebatên kampanyaya hilbijartinê kir. Navborî bi armanca parastina mafên koçberan, demokrasiyê û jiyana hevbeş a li paytexta Almanyayê, kampanyayeke berhevkirina alîkariya darayî ragihand.
Jiyan Omer bawer dike ku ev hilbijartin dê sîmaya pêşeroja Berlînê diyar bike; ji ber vê yekê armanc dike ku di nav parlamentoyê de bibe dengê parastina azadî, pirrengî, dadperweriya civakî û rûmeta mirovan, bêyî guhdana nijad û dîn. Ew destnîşan dike ku ji bo Berlîn wekî bajarekî ji her kesî re vekirî bimîne, pêdivî bi têkoşîneke berdewam heye.
Ji bo serxistina van armancan û bihêzkirina dengê penaber û koçberan di parlamentoyê de, namzed daxwaza piştgiriya darayî ji welatiyan dike bi rêya vê lînkê: (https://gruenlink.de/ljvp9cy5zw). Ew diyar dike ku her alîkariyek, çi biçûk be çi mezin, dê bibe alîkar ji bo gihîştina bi dengdêrên zêdetir û avakirina kampanyayeke bihêztir di berjewendiya Berlîneke dadperwertir û yekgirtîtir de.
Jiyan Omer siyasetmedareke bi eslê xwe Kurd e û yek ji kesayetiyên diyar ên Partiya Keskan e, ku xwedî rabûriyeke bihêz e di parastina mafên mirovan û koçberan de. Hilbijartina sala 2026an a Parlamentoya Berlînê qonaxeke çarenûsî ye ji bo rûbirûbûna gotara partiyên rastgir û diyarkirina arasteya siyasî ya bajêr, bi taybetî di mijarên mafê niştecihbûnê, aborî û parastina pirçandiyê de. Herêma 3yemîn a Berlîna Navîn jî yek ji wan deverên stratejîk e ku tê de dengê pêkhateyên cuda xwedî bandoreke diyarker e.
