Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî ragihand ku li ser raspardeya rasterast ên Serok Mesûd Barzanî, ew ê bibin piştevanê sereke yê Federasyona Zimanê Kurdî. Hevdem Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî sîstema belavkirina pirtûkan ji bo hemû dibistanên diyasporayê ji nû ve birêkûpêk dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Baregeha Barzanî stratejiyeke nû ji bo piştevaniya saziyên perwerdeyî yên li derveyî welat bi cih tînin.
Di çarçoveya yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî de ku îro Şemî, 27ê Hezîrana 2026an li Almanyayê hat lidarxistin, Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî eşkere kir ku Serok Mesûd Barzanî wek lêvegerê gelê kurd, raspardeyan dane daku bibin hevkar û piştevanê sereke yê federasyonê. Ev pêngav bi mebesta vekirina dibistanên nû yên zêdetir û pêşvebirina zimanê kurdî li derveyî welat e.
Şifa Barzanî bal kişand ser rola giring a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dabînkirina lojîstîk û pêdiviyên zanistî de û ronahî kir ku hikûmet dê di şandina pirtûkên xwendinê bo diyasporayê berdewam be, lê ji niha û pê de dê bi rêya vê federasyonê û bi şêwazeke zanistî û rêkûpêktir ew pirtûk li ser dibistan û zarokên kurd werin belavkirin.
Herwiha Serpereştiyarê Revenda Kurdistanî behsa wê yekê kir ku ev piştgirî tenê di pirtûkan de sînordar namîne, lê belê hikûmetê kariye derfeta xwendina online bi her pênc zaravayên sereke yên kurdî (Soranî, Kurmancî, Badînî, Zazakî û Hewramî) birexsîne û hemû pêdiviyên hînbûnê bixe ber destê Kurdistaniyan, daku ziman ji windabûn û jinavçûnê parastî bibe.
Birêvebirina dibistanên kurdî li welatên Ewropayê lêçûneke zêde ya madî û pêdiviyeke berdewam bi çavkaniyên zanistî heye, ku gelek caran di şiyana revenda kurdî de nebûye. Hatina pêş a Baregeha Barzanî û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pirtûk, bername û piştgiriya madî, wî barê giran li ser milê çalakvanên diyasporayê sivik dike û pêvajoya perwerdeya kurdî ji hewleke dilxwazî vediguherîne qonaxeke saziyî ya fermî.
Karzan Haedar
https://www.facebook.com/karzan.haedar.7
009647504475408
