KDC

Serokê Hikûmetê pêşwaziya şandeke koma Dostaniya Kanadî û Kurdî ya Parlemana Kanadayê kir

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li şandeke koma Dostaniya Kanadî û Kurdî ya Parlemana Kanadayê kir. Di hevdîtinê de Serokê Hikûmetê daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistin û geşedana zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Kanadayê dubare kir.

Îro Sêşemê 23/6/2026, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li şandeke koma Dostaniya Kanadî û Kurdî ya Parlemana Kanadayê kir ku ji Ziyad Ebûletîf, endamê Parlemana Kanadayê ji Partiya Parêzgaran (Conservative) û parlemanter Ehmed Husên ji Partiya Lîberal û wezîrê berê yê her du wezaretên Geşepêdana Navdewletî û Koç û Penaberan pêk hatibû.

Şandê kurteyek derbarê kar û çalakiyên koma xwe ya li Parlemana Kanadayê û armanca serdana xwe pêşkêş kirin, ku bi mebesta pêşxistina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Kanadayê ye.

Şandê amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî di warên curbecur de nîşan da.

Serokê Hikûmetê tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ya bi serdanê, spasiya piştgirî û hevkariya Kanadayê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistin û geşedana zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistan û Kanadayê dubare kir.

___

Komeleyekî Kurdî ya ser bi Federasyona Holanda festîvalekî taybet saz kir

Harmn

SERSAXÎ

KDC

Konfedresyona Rewanda Kurdistanê 77 saliya damezrandina Komara Kurdistanê pîroz kir 

KDC