KDC

Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê: Ew koçberên ku bi awayekî neyasayî gihîştine dikarin bibin xwediyê welatîbûnê

Bi biryareke dadgeha Brîtanyayê, Wezareta Navxwe ya wî welatî hat neçarkirin ku wan rêkarên tund betal bike yên ku rê li ber welatîbûnê (regeznameyê) li wan koçberan digirt ku bi rêyên neyasayî çûne nav axa Brîtanyayê. Di heman demê de, fersendeke nû ji bo wan kesan hat dayîn ku berê ji ber vê biryarê daxwazên wan hatibûn redkirin, da ku careke din serî lê bidin.

Ev geşedana nû piştî wê yekê tê ku parêzerên 4 koçberan li dijî Wezareta Navxwe gileyîyeke yasayî (doz) vekirin. Di encama dadgehkirinê de, dadgehê biryar da ku divê wezaret demildest rêkarên xwe sererast bike û di hemû wan dosyayan de ji nû ve binêre yên ku ji ber rêkarên kevin hatibûn redkirin. Dadgeha Brîtanyayê ne tenê maf da koçberan, lê belê Wezareta Navxwe mecbûr kir ku hemû lêçûnên yasayî yên parêzerên gilîkaran jî bide.

Di bingeha biryara dadgehê de hat tekezkirin ku tenê gihîştina neyasayî nabe hinceteke yasayî ji bo bêparkirina koçberekî ji mafê wergirtina welatîbûnê; bi taybetî eger ew kes di temenê zarokatiyê de bûbe yan jî bûbe qurbaniya destê qaçaxçiyên mirovan û bazirganiya mirovan.

Di bin ronahiya vê biryara nû de, hemû ew penaberên ku berê ji aliyê “Home Office” ve mafê wergirtina pasaportê ji wan hatibû girtin, dikarin bi awayekî rasterast daxwaza lêkolînê bikin. Ji bo vê mebestê jî, heyameke 6 mehan hat diyarkirin da ku ew kes daxwazên xwe careke din pêşkêşî saziyên peywendîdar bikin.

Di sibata sala 2025an de, Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê rêkareke pir tund derxistibû ku tê de cezayê heta-hetayî li ser her kesekî sepandibû ku bi rêya belemên biçûk yan her rêyeke din a neyasayî sînorên wî welatî derbas kiribûn; bi vî awayî bi herdemî mafê wergirtina welatîbûna Brîtanyayê li wan hatibû qedexekirin. Bicîhkirina vê rêkara tund, di çend mehên borî de ziyaneke mezin gihandibû hejmareke zêde ya penaberan, ku beşeke berçav ji wan welatiyên Kurd ên rûniştvanên Brîtanyayê bûn û ji ber wê yekê dosyayên wan hatibûn redkirin; lê belê biryara niha ya dadgehê ew mafê zeftkirî ji wan re vegerand.

 

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

[email protected]

 

 

___

Şandeya komîteya rêveber serdana berpirsê ofîsa rêxistina PDK’ê kir 

KDC

Li Monakoyê teqînek pêk hat: 3 birîndar hene û hêzên ewlehiyê ketin amadebaşiyê

Karzan

Navenda Revenda Kurd Bi Berpirsên Navend- Ji Bo Lêkolînên Kurdî e.V. Re Civiya

KDC