KDC

Lîstikvanekî Kurd tevlî Yane ya Valladolid a Spanyayê dibe

Dîrokeke nû û geş ji bo futbola Kurdistanê tê nivîsandin, dema ku xortekî jêhatî yê Kurd ji bajarê Dihokê, sînorên kevneşopiyê derbas dike û gavê ber bi lûtkeya futbola Ewropayê davêje. Hindrên Dawid Xalid, ew stêra bêdeng a ku bi hewl û berxwedanê xewnên xwe kirin rastî, baskên xwe ji bo asmanê Spanyayê vedike û demsala bê di yek ji xurttirîn û diyartirîn lîgên cîhanê de, di rêza lawên Yane ya Valladolid a Spanyayê ya La Liga de dilîze.

Hindrên, ku di nav temaşevan û werzişhezan de bi Hindrên Banî tê naskirin û temenê wî 22 sal e, lîstikvanekî pirjêhatî ye û şiyaneke bilind a lîstinê di xetên berevanî û naverastê de heye. Destpêka derketina vî lîstikvanî vedigere bo yaneyên Pîris û Dihok, lê mîna gelek jêhatiyên veşartî, li navxweya Kurdistanê navekî pir diyar nebû û wî nikarîbû ew derfeta zêrîn a ku hêjayî wê ye bi dest bixe. Tevî vê jî, îradeya wî ya polayîn û xebata wî ya berdewam hişt ku asta wî ya hunerî bigihîje lûtkeyê û bala yaneyên mezin ên Ewropayê bikişîne.

Li gor wê agahiyê ku lîstikvan bi xwe li rêya tora Rûdaw Sports ve piştrast kiriye, niha ev stêra Kurd li welatê Îtalyayê ye û gava yekem a peymana xwe ya dîrokî bi awayekî online bi Yane ya Valladolid a Spanyayê re îmze kiriye. Di vê demê de jî bi hemû coşê li benda temambûna rêkarên yasayî û îdarî yên tevlîbûna xwe ya bi wê yaneyê re ye, da ku gera xwe bo nîvgirava Îberî bike û bi awayekî fermî peymana xwe di nav baregeha yaneyê de îmze bike.

 

Dema peymana Hindrên digel yaneya Spanyayî bo salekê ye, digel hebûna vebijêrka nûkirinê bo saleke din, ku ev jî derfeteke mezin û zêrîn e ji bo selmandina şiyanên xwe di nav yarîgehên Spanyayê de.

Yek ji xalên herî balkêş û cihê yên vê veguhastinê, rewşenbîrî û şiyana zimanî ya Hindrên e. Ev xortê Kurd ji bilî zimanê dayikê, bi zimanên Îngilîzî, Erebî û Îtalî bi herikbarî diaxive. Yane ya Valladolid jî di nav peymanê de mercêkî taybet û yekta daniye, ku pêwîst e lîstikvan fêrî zimanê Spanyayî jî bibe, ev jî nîşaneya giringîdana yaneyê ye bi pêvajoya guncana bilez a lîstikvan re bi çand û şêwaza jiyana nû ya Spanyayê.

Ji bo parastina amadehiya laşî û ragirtina asta wî ya hunerî di xala herî bilind de, Hindrên di heyama borî de berdewam bûye li ser rahênanê û bi Yane ya TS Marling a Îtalyayê re meşqên xwe kirine. Vê yekê jî kiriye ku bi hemû hêz û amadehî ve gavê ber bi La Liga ve bavêje û amade be bo rûbirûbûna pêşbirkiyên dijwar ên yek ji pêşengtirîn lîgên futbola cîhanê. Ev pengava Hindrên, ne tenê serkeftineke kesane ye, lê belê çêkirina pireke nû ye ji bo xortên Kurd da ku bikaribin xewnên xwe yên mezin di yarîgehên Ewropayê de bikin rastî.

___

Li Silêmaniyê Berpirsekî PKKê Hatiye Kuştin

KDC

Platforma Kurdên Li Hambûrgê Êrîşa Li Ser Hewlêrê Şermezar Kir 

KDC

Bangek ji Raya Giştî ya Kurdistaniyên Diyaspora re

Harmn