KDC

Amerîka derî li rûyê penaberan de digire

Di demekê de ku hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bernameya wergirtina penaberan li seranserê cîhanê rawestandiye û xewna bi hezaran kesan têk biriye, lê di gaveke balkêş de, deriyekî taybet ji bo pêşwazîkirina ji kêmîneya spîpêstên Afrîkaya Başûr vekiriye, ku ev yek jî rexneyên tund ên pisporên navneteweyî aniye.

Di meha 1 a sala 2025an de, Donald Trump, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, biryara rawestandina bernameya wergirtina penaberan derxist. Ji ber vê yekê, zêdetirî 120.000 penaber ku berê razîbûnê wergirtibûn, di nav de penaberên Kamerûnê û çend welatên din, di rewşeke nediyar û dijwar de man û nekarîn dest bi jiyaneke nû bikin. Lê tevî vê biryara tund, Amerîkayê di navbera mehên 10 a sala 2025an heta 4 a sala 2026an de, zêdetirî 6.500 kes ji kêmîneya Afrikanîyan ku spîpêstên Afrîkaya Başûr in wergirtine û plan jî heye ku di meha 5 a îsal de 10.000 kesên din jî ji wê kêmîneyê werbigire.

Hinceta serokê Amerîkayê ji bo vê pengavê ew e ku dibêje ew spîpêst rû bi rûyê komkujiyê dibin, lê hikûmeta Afrîkaya Başûr û pisporên navneteweyî vê îdîayê red dikin. Pisporên warê hiqûqa penaberan tekez dikin ku ev biryara Amerîkayê ti bingehê mirovî an jî berjewendiyeke dîplomatîk nîne û bi temamî berevajiyê prensîbên Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ye. Ew dibêjin ku ew kêmîne wekî wan penaberên din nînin ku ji şer û metirsiya rastîn reviyane û bi bêhêviyeke mezin li benda sitargehê ne.

Ev guhertin di demekê de ne ku îsal pêdiviyên bicihkirina penaberan li cîhanê gihîştiye zêdetirî 2.5 milyon kesan. Çavdêr hişyariyê didin ku ev cure siyasetên cudakar ên Amerîkayê û kêmbûna rêjeya wergirtinê li welatên mîna Kanada û Brîtanyayê, ne tenê sîstema penaberiyê ya cîhanî lawaz dike, lê belê penaberan neçar dike ku berê xwe bidin rêyên neyasayî û qaçaxan, ku ev yek jî jiyana wan û bi taybetî jin û zarokan dixe ber metirsiya îstîsmarkirin û mirineke misoger.

___

Îtlaatê Ciwanekî Kurd Girtiye

KDC

Şandeyeka navenda revenda Kurdistanê li Japanê beşdarî di taziyeya serokê Îmaratê de kir 

KDC

Navenda Revenda Kurd Xizmeteke Din Pêşkêş Kir

KDC