Karox Xoşnaw Nivîskar û Serokê Fermangeha Rewşenbîrî û Ragihandinê li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, wekî Nûnerê Serokayetiya Herêma Kurdistanê, beşdarî kongreya Federasyona Nivîskarên Kurdistanê – Diyasporayê bû û gotarek pêşkêş kir, ku digel pîrozbahiyê, tekez li ser wê yekê jî kir ku piraniya nivîskarên diyasporayê, tevî xizmeta wan a ji bo edeb û çanda Kurdistanê li derveyî welat, li hundir jî di qada berevaniyê û helwesta niştimanî û neteweyî de mînaka xweragirî û çavnetirsiyê û sembola berxwedana li dijî stem û zordariya rejîmên sepandî bûne.
Naveroka gotarê:
Ji Bo Kongreya Federasyona Nivîskaran
Amadebûyên hêja yên (Kongreya Yekem a Hejar Mukriyanî) silav lê bin û roja we baş be.
Pîrozbahiyeke germ a lidarxistina vê kongreyê li weyên hêja û hemû nivîskarên diyaspora û Kurdistanê dikin û destxweşiyê jî li amadekarên kongreyê dikin.
Ev kongreya ku bi çavdêriya rêzdar Cenabê Serok Barzanî tê lidarxistin, pêdiviyeke hema niha ye û rêzgirtine ji bo pênûs û raman û berhem û bexşa karwanê nivîskarên diyasporayê, yên ku herdem di sengera gelê xwe de bûne û bi rêya pênûsên xwe beşekî girîng bûne ji xebata tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê û her wisa dê bimînin jî.
Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê yê rêzdar (Nêçîrvan Barzanî) herdem piştgirî û piştevaniya nivîskaran dike li hundir û derveyê Kurdistanê, herwiha di gelek boneyan de cenabê wan tekez li ser piştevanîkirina nivîskaran kiriye.
Damezrandina Federasyona Nivîskarên Diyasporayê, belge ye li ser girîngîdana Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi nivîskarên diyasporayê, da ku berdewam bin di pêvajoya nivîsînê de li ser çand û ziman û edeb û dahênanê, lewra spas û rêz û destxweşiyê li rêzdaran serpereştê giştî û serok û xebatkar û endamên Konfederasyona Revenda Kurdistanî dikin.
Beşekî zêde yê nivîskarên diyasporayê, digel xizmeta edeb û çanda Kurdistanê li derveyî welat, li hundir jî di qada berevaniyê û helwesta niştimanî û neteweyî de, mînaka xweragirî û çavnetirsiyê û sembola berxwedana li hember stem û zordariya rejîmên sepandî bûne.
Amadebûyên hêja..
Bi tevahî baweriya me bi wê yekê heye, ku gotina xweşik, ramana xweşik, mirovê xweşik, berhema jîngeheke azad in, hemû hewla me jî di rabirdû û niha û paşerojê de jî bo amadekirina wê jîngehê ye, ji ber ku jîngeha durist a nivîsîn û dahênanê, ew e ku tê de azadiya raman û derbirînê, nirxekî biha be, jiyan û bedewî rêzlêgirtî bin.
Çaverêya me ji nivîskarên me yên li derveyî welat, dîtina rola wan a karîger e di avakirina pira peywendiya xurt de di navbera derveyî welat û Kurdistanê, li ser bingehê lêborîn û pêkvejiyan û wekhevî û evîna niştiman û civakên diyaspora û Kurdistanê.
Nivîskar û edîb pir û tora peywendiyê di navbera gelên xwe û cîhanê de ne, amadebûna her nivîskarekî Kurd li pirtûkxaneyên cîhanê de, amadebûna nasname û dîroka gelekî ye, lewra girîng e nivîskarên me hewla ciddî bidin ji bo derbaskirina sînorên welatan û wergerandina berhemên xwe bo zimanên zindî yên cîhanê û nexşandina şopa Kurdistanê li cîhana dahênan û bedewiyê de.
Di vê kongreya bi rûmet de, silav bo giyanê pak ê wan nivîskarên şehîd ên ku li sengerên berevaniyê û zîndanên tarî de giyanê xwe yê pak bexşî ax û gel û peyvê. Silav û rêz bo malbatên wan ên serbilind. Silav bo giyanê pak ê hemû wan nivîskaran ên ku jiyana xwe bexşîn bo xizmeta peyvê û geşepêdan û pêşketina gelê Kurdistanê.
Kongreya Yekem a Hejar Mukriyanî li hemû nivîskar û edîbên diyaspora û Kurdistanê pîroz be. Hêviya berdewamî û serkeftinê ji we re dixwazim û her şad û serfiraz bin.

