58emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi coş û xiroşeke mezin berdewam dike. Di festîvalê de her roj gelek semîner, konser, pêşengehên kitêb û wêneyan li dar dikevin. Gelek nivîskarên weşanxaneyên cihêreng li standan kitêbên xwe ji bo xwendevanan îmze dikin.
Mihrîcana ku bi dirûşma “Li Tetwanê Çand Heye, Huner Heye, Em Hene” di 31ê Tîrmehê de dest pê kir û bi coşeke mezin berdewam dike, wê di 9ê Tebaxê de bi dawî bibe.
Gelek nivîskaran kitêbên xwe îmze kirin
Mihrîcana navborî bi pêşengiya Şaredariya Tetwanê, Fûara Tetwanê û Organîzasyona Sanatçayê pêk tê. Di mihrîcanê de heta niha gelek nivîskaran li standên weşanxaneyên Nûbihar, Sîtav, Lîs, Belkî, Do, Zarg, Aryen, Morî, Ar, Dara, Aram, Vesta, Lûvî û J&J’yê kitêbên xwe îmze kirine. Di van du rojên dawî de jî wê çalakiya îmzekirinê û semînerên nivîskaran berdewam bikin.
Çend ji wan nivîskarên ku beşdarî mihrîcanê bûne, tevli semîneran bûne yan jî kitêbên xwe îmze kirine (û wê di van du rojan de jî berdewam bikin) ev in:
Salih Kevirbirî, Mîrze Mihemedê Şêrwî, Bedirxan Epozdemîr, Miraz Ronî, Dîba Keskîn, Salîha Ayata, Dîlawer Zeraq, Kevok Mizgîn, Mulkiye Tekin, Leyla Mîhrînaz Engîn, Servet Ozkan, Herdem Merwanî, Veysî Ulgen, Reşatê Şamo, Azad Zal, Mehmet Gur, Muhsin Ozdemir, Mehmet Avşar, Faysal Yacan, Alî Oruç, Mihemed Emîn Sarî, Mehmet Can Demîr, Neslîhan Urzum, Mehmet Şahîn, Nîzamettîn Ozturk, Abdurrahman Çagan, Ronî War, Muhtullah Dag û Orhan Sakçî. Beşek ji van nivîskaran wê heta dawiya mihrîcanê amade bin û kitêbên xwe îmze bikin.
Îro, yanî 8ê Tebaxa 2026an, îmzekirina kitêban berdewam dike. Sadullah Taşan û Newzat Engîn îro; Salih Kevirbirî jî îro û sibe (şemî û yekşem) li Standa Nûbiharê derdikevin pêşberî xwendevanên xwe û kitêbên xwe îmze dikin. Şayanê gotinê ye ku di navbera nivîskar û xwendevanan de sohbet û nîqaşên gelekî berhemdar pêk tên.
Mihrîcan bûye qada konseran jî
Li hêla din, di çarçoveya mihrîcanê de gelek konser jî pêk hatine û di van du rojên dawî de jî wê berdewam bikin. Hunermend û komên ku heta niha derketine ser sehneyê û yên ku wê derkevin ev in:
Şahê Bedo, Neslîhan Edîş, Serhado, Rûken Yılmaz, Mehmet Atlı, Koma Agirê Jiyan, Delîl Dîlanar, Dîwana Dengbêjan (Xalîde, Evîn Sindî, Mihemedê Serhedî), Koma Rengîn, Cevdet Bağca, Koma Agirê Zerdeşt, Eylül Nazlıer, Murat Demîr, Siya Şevê, Servet Kocakaya, Ayfer Düztaş, Bajar, KasedJin Koma Erbaneyê, Arjîn Koma Govenda Jinan, Mizgîn Turan, Tara Mamedova, Serdar Canan, Kamkars, İlkay Akkaya û Koma Amed.
Tevahiya van çalakiyên Tetwanê li ber peravên Gola Wanê pêk tên û di nav bernameyê de nîşandana fîlman jî cih girtiye.
Jar Jan Dilpola / Tetwan






