Malbateke penaber li bajarê Norrköpinga Swêdê, piştî girtina bavê malbatê û amadekirina wî ji bo deportkirinê, ketine nav tirs û dilgiraniyê. Ew biryar jî li ser pêşniyara Saziya Asayîşa Nihênî ya Swêdê (SÄPO) bûye.
Hevjîna wî, ku navê wê Şeyma ye, dibêje: Wan zanyariyeke zelal li ser sedema vê biryarê wernegirtine û bicihanîna biryarê dibe sedema veqetîna bavê wan ji min û çar zarokan.
Li gor biryara Dezgeha Koçê, ku Kompasê dest xistiye ser, dosya Mihemed wek “dosya ewlehiyê” hatiye polînkirin. Berê sê caran mafê mayîna demkî wergirtiye, ji ber ku di salên borî de ji ber rewşa Sûriyê nehatiye dûrxistin.
Ji Dêrezorê bo Swêdê
Mihemed Ehmed Elî temen 36 sal, sala 2015an gihiştiye Swêdê. Sala 2016an mafê mayîna demkî wergirtiye, piştî ku li ser dosya hebûna DAIŞê li Dêrezorê ew maf pê hatibû dayîn.
Malbat û çar zarokên Swêdî
Şeyma hevjîna Mihemed, gotiye: Sala 2017an digel du keçên xwe bi rêya Neteweyên Yekbûyî gihiştiye Swêdê.
Niha ew çar zarokên wan hene, ku hemû welatiyên Swêdê ne:
Du keçên wan bi temenê 10 û 12 salî,
Du kurên wan jî, ku li Swêdê ji dayik bûne temenê wan 7 û 8 salî ye.
Şeyma, ku hê jî mafê mayîna demkî heye dibêje: Piştî çend salan ji mayîna Mihemed li Swêdê, Dezgeha Koçê dosyayek ji bo standina mafê penaberiya wî û deportkirina wî dest pê kiriye û nizane sedema rastîn çi ye.
Pêşniyara SÄPOyê
Li gor biryarê, SÄPOyê sala 2025an nirxandineke ewlehiyê pêşkêş kiriye û daxwaza redkirina mafê mayîna Mihemed kiriye ji ber sedemên ewlehiyê.
Lê biryar hûrgiliyên sedemên SÄPOyê naxe holê.
Dezgeha Koçê nivîsiye: SÄPOyê pêşniyara redkirina daxwaza wî kiriye ji ber sedemên ewlehiyê û em sedemekê nabînin ji bo guman kirinê ji pêşniyara SÄPOyê.
Şeymayê ew yek jî aniye holê, min û zarokên min mafê me heye ku em bizanin bo çi dixwazin hevjînê min ji me qut bikin.
Ewlehiya giştî li hember berjewendiya zarokan
Dezgeha Koçê di biryara xwe de gotiye tevî ku berjewendiya zarokan, ku divê têkiliyeke xurt di navbera wan û herdu dê û bavê wan de hebe, lê parastina ewlehiya civakê û rêkxistina koçê di vê dosyayê de girîngtir û di pêş de ye.
Herwiha hatiye gotin, ku malbat dikare bi rêya pêwendiya dîjîtal an jî serdana welatekî wek Tirkiyê pêwendiyê biparêze.
Guhertina rewşa Dêrezorê
Dezgeha Koçê pişta xwe bi nirxandinên nû yên li ser Sûriya nû bestiye û dibêje rewşa ewlehiyê li navçeyên rojhilatê Sûriyê guheriye û asta tundûtûjiyê kêm bûye û rewş nagihêje asta şerê navxweyî.
Herwiha dibêje: Mihemed kesekî sivîl e û tu belgeyek tune ye, ku di vegerê de wek sivîl neyê mûamele kirin.
Bandora li ser zarokan
Şeymayê behsa rewşa wan a niha kiriye û gotiye: Girtina hevjînê wê, bandoreke mezin li ser zarokan kiriye û hemû digirîn û naxwazin ji malê derkevin derve, ji ber ku dixwazin bavê wan bi wan re be.
Tekez li ser wê yekê jî kiriye, ku şiyana birêvebirina jiyana çar zarokan bi tenê zehmet e û ditirse bicihanîna biryarê bibe sedema qutbûna bavê wan ji zarokên wî, ji ber ku biryarê qedexeya vegerê bo Swêdê û herêma Schengenê ji bo 20 salan daniye.
Berpirsiyariya yasayî
Parêzer Mecîd Elnasî li ser wî kesî dibêje: Pirsgirêka sereke di vî cure dosyayan de ew e, ku dezgehan pişta xwe bi nirxandina SÄPOyê dibestin, lê gelek caran kesê peywendîdar hemû hûrgiliyên sedemê nizane.
Wî behsa wê yekê jî kiriye, dikare valahiyeke yasayî çê bike, ji ber ku kesek nikare bi awayekî bibandor xwe biparêze eger nizane bi çi hatiye tawanbarkirin.
Kengê mafê mayînê ji penaber tê standin?
Li gor rênimayiyên Dezgeha Koçê, mafê mayîna demkî ya penaber dikare were standin, eger:
Rewşa welatê resen bi awayekî bingehîn û berdewam guherî be.
Kes êdî pêdiviya wî bi parastinê nemabe.
Sedemeke yasayî hebe wek metirsî bo asayîşa dewletê an jî tawaneke mezin.

