KDC

Biden: Kiryarên Teqîna Kabîlê Wê Bêne Cezakirin

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku îstîxbarata welatê xwe diyar kiriye ku êrîşa terorîstî ya li ser Firokexaneya Kabîlê ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin û berpirsên vê teqînê dê bêne cezakirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden eşkere kir ku Pentagon rênimayên pêwîst bo danîna planeke guncav bo êrîşkirina çekdarên DAIŞê û berpirsên teqîna Firokexaneya Kabûlê li gor dem û cîhê diyarkirî amade kiriye.

Biden her wiha destnîşan kir ku li Xorasanê ku DAIŞî lê ne plan hatiye danîn û ew in kiryarên bombebarana Kabîlê, biryareke leşkerî ya xurt daye ku leşkerên DYAyê karê xwe li wir bikin.

Di berdewama axavtina xwe de got ku di derbareyê têkiliyeke di navbera Talîban û DAIŞê de di destê wan de tu delîl nîn in.

___

Navenda Revenda Kurdistanî li Danmark Kongreya xwe Pêkanî

Harmn

Trump Êdî Ne Di Nav Lîsteya Herî Dewlemendên Amerîkayê De Ye

KDC

TEKSTA BIRYARA UNESCO YA JI BO TOMARKIRINA HAWRAMANÊ LI LÎSTEYA MÎRATEYÊN CÎHANÊ YA UNESCO

KDC