Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di 7’emîn xula Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Kobanê de serkeftineke nû di warê sînemaya mirovî de tomar kir û karî xelata baştirîn fîlmê belgenameyî ji bo fîlmê Repatriation bi dest bixe ku derhêneriya wî Star Ehmed kiriye. Ev destkefta hunerî hevdem e digel pêşkêşkirina mertala rêzlêgirtin û spasdariyê ji dezgehê re, wek xelatek ji bo xizmetên mirovî yên berdewam ku li ser asta navxwe û navneteweyî pêşkêş dike.
Di nav çalakiyên 7’emîn Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Kobanê de, ku bi amadebûna hejmareke berçav a sînemakaran û kesayetiyên çandî birêve çû, fîlmê belgenameyî yê Repatriation ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatiye hilberandin, karî pileya yekem û xelata baştirîn fîlmê bi dest bixe. Lijneya dadweran û rêkxerên festîvalê, digel xelatkirina fîlmê, mertala rêzlênanê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirin, ev jî wek nirxandinek ji bo hewlên bêwestan ên dezgehê di destgirtina lêqewimiyan û gihandina peyama mirovî bi rêya huner û karên meydanî ve.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke xêrxwazî ya ne-hikumî, bêalî û bê qezenc e, di sala 2005’an de li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin. Ev dezgeh li ser bingeha dirûşmên mirovî yên Mistefa Barzanî hatiye avakirin ku xizmeta mirovahiyê bi serbilindî dizane. Dezgeh ji sala 2016’an ve bi fermî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve wek rêxistineke mirovî hatiye nasîn û xwediyê destûra fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ye, ku salane li gelek welatên cîhanê alîkarî û projeyên mirovî yên cûrbecûr bi cih tîne.

