KDC

10 Namzedên Kurd ji beşên cuda yên Kurdistanê ve di hilbijartinên xwecihî yên Niedersachsen a Almanyayê de serketinê bi dest xistin.

Li hilbijartinên xwecihî û şaredariyê yên eyaleta Niedersachsen a Almanyayê de, 10 namzedên Kurd ên xelkê bajar û navçeyên cuda yên Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, di rêya 4 partiyên sereke yên wî welatî re baweriya dengderan bi dest xistin û bûn endamên encûmena şaredariyê li bajarên Wolfsburg, Oldenburg, Nienburg, Leer û Braunschweigê.

Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Almanyayê encama namzedên serketî yên revenda Kurdistanî li şaredariyên eyaleta Niedersachsenê belav kir, namzedên serketî bi ser partiyên Xiristiyan Demokrat CDU, Sosyal Demokrat SPD, Kesk Grüne, û Çep Linke de hatine dabeşkirin û pirrengiya pêkhateyên welatê dayikê nîşan didin:

1- Salar Kerkûkî, xelkê bajarê Kerkûkê li Başûrê Kurdistanê, yê serketî yê bazneya Detmerode li bajarê Wolfsburgê li ser lîsteya Partiya Xiristiyan Demokrat CDU.

2- Zekeriya Ebdulkerîm, bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê, yê serketî yê bazneya Bakur û Navenda bajarê Wolfsburgê li ser lîsteya Partiya Xiristiyan Demokrat CDU.

3- Nojdar Seîd Ebdo, xelkê gundê Rikava û komelgeha Şarya li parêzgeha Dihokê (Başûrê Kurdistanê) û ji pêkhateya Kurdên Êzdî, yê serketî yê bajarê Oldenburgê li ser lîsteya Partiya Keskan Grüne.

4- Dara Elî Hawil Beko, xelkê komelgeha Xankê li parêzgeha Dihokê (Başûrê Kurdistanê) û ji pêkhateya Kurdên Êzdî, yê serketî yê bajarê Oldenburgê li ser lîsteya Partiya Keskan Grüne.

5- Leylan Duman, bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê (navçeya Mêrdîn û Rihayê) û ji pêkhateya Kurdên Êzdî, ya serketî ya bajarê Oldenburgê li ser lîsteya Partiya Çep Linke.

6- Gozel Tolan, bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê (navçeya Êlih û Batmanê) û ji pêkhateya Kurdên Êzdî, ya serketî ya bajarê Oldenburgê li ser lîsteya Partiya Sosyal Demokrat SPD.

7- Xelîl Şêx Hesê, xelkê devera Şêxan û Baedrê li Başûrê Kurdistanê û ji pêkhateya Kurdên Êzdî, yê serketî yê bajarê Nienburgê li ser lîsteya Partiya Sosyal Demokrat SPD.

8- Gulhat Demir, bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê, ya serketî ya bajarê Leerê li ser lîsteya Partiya Çep Linke.

9- Hiyam Stolten, bi eslê xwe xelka Rojavayê Kurdistanê (navçeya Cizîrê), ya serketî ya bazneya Rojavayê bajarê Braunschweigê li ser lîsteya Partiya Sosyal Demokrat SPD.

10- Sîver Elî, bi eslê xwe xelkê Rojavayê Kurdistanê, yê serketî yê bazneya Rojavayê bajarê Wolfsburgê li ser lîsteya Partiya Xiristiyan Demokrat CDU.

Derbarê serketina wan a mezin di wê hilbijartinê de, Dara Elî Hawl Beko ku xelkê komelgeha Xankê li parêzgeha Dihokê (Başûrê Kurdistanê) û ji pêkhateya Kurdên Êzdî ye, yê serketî yê bajarê Oldenburgê li ser lîsteya Partiya Keskan Grüne, ji bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihand: “Ew hilbijartina Oldenburgê ji bo me Kurdên Êzdî dîrokî ye ku çar ciwanên me serketin bi dest xistin, bajarên din hêviya wê dikin ku yek ji wan serketinê bi dest bixe, em bi hêz bûn û soz jî didin ku bibin dengekî bi hêz li şaredariya Oldenburgê.”

Dara dibêje: “Gihîştina vê serketinê karekî hêsan nebû, belê pir zehmet bû, lê em spasiya Xwedayê mezin dikin ku em serketin, gelê Kurd piştgiriya me bû, spasiya hemû dilsozên ku di vê serketinê de piştgiriya me kirin dikin.”

Hêjayî gotinê ye ku ez behs bikim, Dara ku niha endamê encûmena şaredariya Oldenburgê ye, ji malbateke Kurdperwer û welatperwer e, zêdetirî 20 kesên malbata wî hatine enfalkirin, berî ku bersiva pirsan bide, daxwaz ji min kir ku wêneyekî xwe ligel bavê xwe ji me re bişîne û em belav bikin, ji ber ku Dara dibêje: “Bavê min sembola qurbanîdan û têkoşînê ye di pênava doza rewa ya gelê xwe de, li ser rêbazekê ye ku tê de zêdetirî 20 kesên malbata me ketine ber pela Enfalê, lewma me jî bi şanazîkirin bi ciwanekî Kurdistanê û dilsozî û şiyanên wî, daxwaza wî qebûl kir û wêne me belav kir.”

Ev serketina berfireh a namzedên Kurd wek yek ji diyardeyên siyasî yên herî berbiçav ên revenda Kurdistanî li welatê Almanyayê tê hesibandin, di yasaya rêvebiriya Almanyayê de, şaredarî xwedî desthilata biryardayînê ne di pirsên bingehîn de wek jîngeh, dabînkirina niştecihbûnê, dibistan û xizmetguzariyên civakî, eyaleta Niedersachsen, bi taybet bajarê Oldenburg û navçeyên derdora wê, wek mezintirîn cihê niştecihbûna Kurdên Êzdî û penaberên navçeyên cuda yên Kurdistanê li Almanyayê tê nasîn, ku derçûna nûnerên wan di nav herdu bereyên rastê yên navend û çepan de derfeteke nû ji bo bihêzkirina dengê civaka Kurdî di navendên fermî de peyda dike.

___

Civîna Navenda Rewenda Kurdistanî li Austria û Komeleya Dostaniya Kurdan û Hollandayê li baregeha KDC li Viênayê..

KDC

Buhayê Gazê, Goşt Li Brîtanyayê Kêm Kiriye

KDC

Macron Wê Li Hewlêrê Kê Bibîne?

KDC