KDC

Parlamenterê Kurd ê Rûsyayê bo cara 7emîn bi serket û bû endamê parlamentoyê

Zelîmxan Musoyêv, tenha parlamenterê Kurd e li Rûsyayê, bo cara 7emîn wek berbijarekî serbixwe li herêma Pervouralskê bi dengekî zêde bo xula 9emîn a parlamentoya Rûsyayê bi ser ket.

Di rojên 18, 19 û 20ê Îlona 2026an de hilbijartina parlamentoya Rûsyayê birêve çû, zêdetirî 3 hezar û 100 berendam li ser 450 kursiyan rikeberiyê dikirin. Herêma Pervouralskê ya Rûsyayê, piraniya niştecihên wê Rûs û neteweyên din in, lê ji ber wan xizmetên berbiçav ên Zelîmxan pêşkêşî herêma xwe kirine, her 7 caran xelkê navçeyê bi piraniya dengan bersiva ked, mandîbûn û xizmetên wî didin û wek nûnerê xwe dişînin parlamentoya Rûsyaya Federal.

Zelîmxan Musoyêv di 13ê Cotmeha 1959an de li Tiflîsê paytexta Gurcistanê ji dayik bûye.

Sala 1989an Koleja Aborî û Rêkxistina Avahîsaziyê li Volgogradê temam kiriye.

Sala 1999an li herêma Pervouralskê, bo cara yekem wek parlamenterekî serbixwe bo parlamentoya Rûsyayê hat hilbijartin, di hilbijartinên vê carê ya parlamentoyê de rekoreke nû tomar kir û bo cara 7emîn piraniya dengên herêma Pervouralskê bi dest xist û bo 5 salên din bû endamê Encumena Dumaya Rûsyayê.

Xoşewî Mihemmed

___

Supayê pasdarên Îranê şûnwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê talan dikin

KDC

Neteweyên Yekbûyî; Divê Rûsya Tavilê Şer Rawestîne 

KDC

Polîsê Fransayê qaçaxçiyekî metirsîdar destgîr kir

Xelan