Europolê ragihand, ku toreke navneteweyî ya qaçaxçîtiya koçberan, ku di heman demê de belgeyên 17 welatên Ewropayê ji bo koçberan sexte dikirin, destgîr kirine.
Di operasyonê de şeş kes li Spanya, Avusturya, Îtalya û Brîtanyayê hatine destgîrkirin û çendîn mal hatine pişkinîn kirin. Li Madrîdê hejmareke zêde ya belgeyên sexte, amûrên elektronîkî û pere hatine desteserkirin.
Li gor ragihandina Europolê, torê koçberan bi pasaport û vîzaya resen dianîn nava Ewropayê, paşê belgeyên sexte didanê ji bo gihîştina Brîtanyayê.

