KDC

Brîtanya mafê penaberiyê dide van kesan

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê ragihand, ku di bernameya wan de ye ji niha şûnde, mafê penaberiyê bidin wan kesên ku ji şer reviyane, di heman demê de bi awayekî yasayî jî wan dibin Brîtanyayê.

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Şebane Mehmûd ragihand, bernameyeke nû ji bo dayîna mafê penaberiyê datînin, bi taybetî ji bo jin û keçên Filistînî û Efxanî, ku ji ber şer û zordariyê reviyane.

Di qonaxa yekem de, bi sedan penaber bi rêya kanala yasayî û ewle ve dê bînin Brîtanyayê, paşê dikare rêjeya wergirtina wan bigihîje çend hezar kesan di salekê de.

Bername bi hevbeşî ligel UNHCR û IRAP tê cîbicîkirin û armanca wê ew e, ku penaberan ji hewla gihîştina neyasayî ya Brîtanyayê bi rêya Derya Manche dûr bixe.

___

Hikûmeta Herêma Kurdistanê; Qanûn û Rênimayên Taybet Ji Bo Parastina Azadiyên Takekesî Hene

KDC

Îranê Endazyarekî Kurd Desteser Kiriye

KDC

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, hinek welat hîn jî deriyê xwe ji penaberan re vekirî dihêlin

Karzan