KDC

Washington Times şîroveyeke taybet li ser dîroka xebata Serok Barzanî û bi niştimanîkirina Pêşmerge belav kir

Rojnameya navdar a Amerîkî Washington Times di beşa xwe ya taybet de gotar û şîroveyeke berfireh li ser veguherîna dîrokî ya hêzên Pêşmerge û rola Serok Mesûd Barzanî belav kir, rapor balê dikşîne ser wê yekê ku hewldanên dawî yên Herêma Kurdistanê ji bo bi niştimanîkirin û yekxistina temamî ya Pêşmerge di bin yek fermandeyiyê de, ne tenê pengaveke asayî ye, belku destkeftineke dîrokî û qonaxeke çarenûssaz e di temenê siyasî û nîzamî yê Serok Barzanî de piştî zêdetir ji 60 sal xebat di nav rêzên Pêşmerge de.

Babet di destpêka meha Cotmeha sala 2026an de di rojnameya Washington Times de, ku yek ji rojnameyên diyar ên paytexta Amerîkayê ye, di beşa rûpelên taybet û sponsorkirî de di bin sernavê (Bo çi Serok Barzanî di vê kêliya dîrokî de hêjayê qedirzanînê ye) hatiye belavkirin.

Ev şîrove ji aliyê nivîskar û rojnamevan Rehîm Reşîdî, yê ku bi Mr. Kurd tê naskirin, berpirsê nivîsîngeha peywendiyên navdewletî yên Konfederasyona Revenda Kurdistanê û berpirsê nivîsîngeha Washingtonê ya kanala Kurdistan24 ve hatiye nivîsandin.

Ligel raporê, wêneyekî dîrokî yê Serok Barzanî hatiye danîn ku vedigere 13ê Mijdara sala 2015an, ew dema ku di kongreyeke rojnamevanî de li ser lûtkeya Çiyayê Şingalê û li ber dîmena bajarê ve, rizgarkirina tevahî ya Şingalê ji destê terorîstên DAIŞê ragihand, wek belgeyek li ser amadebûna rasterast a Serok Barzanî di eniyên pêş ên parastina niştimanî de.

Belavbûna vê babetê li Washington Times de gelek peyam û girîngiyên taybet hene, di nav wan de jî, ev rojname xwendevaneke xwe yên zêde di nav Kongres, Pentagon, Koşka Spî û navendên biryardana Washingtonê de hene, xistina rojevê ya dosyeya Pêşmerge di vê demê de pêgeya Herêma Kurdistanê wek hevpeymanekî sereke yê Rojava li Rojhilata Navîn dupat dike.

Di heman demê de peyamek e ji bo navendên dîplomasî ku hêza Pêşmerge berevajî komên çekdar û mîlîşeyên neyasayî yên din ên Iraqê, ji qonaxa hizbî ve ber bi artêşeke niştimanî ya rêkxistî ve gav avêtiye û tenê pabendê yasa û saziyên rewa ye, herwiha derxistina pêgeya Serok Barzanî ye wek serkirdeyekî dîrokî û stratejîk ku heta li gor danpêdana Kongresman, General û siyasetmedarên bilind ên Amerîkayê, karîbûye di krîzên mezin de biryara yekalîker bide.

Nivîskar di babeta xwe de balê kişandiye li ser wê yekê ku Serok Barzanî di temenê 16 saliyê de çekê Pêşmergetiyê kiriye milê xwe û niha jî di temenê 80 saliyê de şahidê mezintirîn serdemî ye di jiyana xwe de, ew jî guherîna hêza Pêşmerge ye bo artêşeke nûjen û yekgirtî ya niştimanî dûr ji serdestiya hizbî. Pêşmerge tenê yekîneyeke leşkerî nîne, belku beşek e ji nasname û kerameta neteweyî ya Kurd, bihêzkirina wê hêzê jî rasterast bi wateya parastina mayîn û ewlehiya Herêma Kurdistanê tê.

Herwiha behsa wê yekê hatiye kirin ku yekxistina zincîra fermandeyiyê, şefafiyeta darayî û kargêrî û cudakirina hêza leşkerî ji gengeşeya siyasî dibe sedema wê ku pêgeha Hewlêrê li hember Bexdayê bihêztir bibe û hevahengiyên leşkerî yên di navbera Herêm û Amerîkayê de jî biçin qonaxeke saziyî ya demdirêj ve.

Dabeşbûna pêkhateya hêzên Pêşmerge piştî sala 1991an mîrateke dîrokî û berhema nakokiyên navxweyî bû, lê di sala 2014an û di dema êrîşên DAIŞê bo ser Iraq û Herêma Kurdistanê, veguherîneke mezin rû da, bi fermana Serok Barzanî hemû ala û sembolên hizbî ji eniyan hatin rakirin û tenê Ala Kurdistanê hate danîn, ku bû destpêka nêzîkbûn û yekgirtina rastîn a Pêşmerge di eniyên parastinê de ji wê demê heta niha, Wezareta Şer a Amerîka û Hevpeymanan bi berdewamî serperiştiya projeya çaksazî û yekxistina fermandeyiyên Hefta û Heşta dikin di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de, heta ku hêzeke serdemiyane ya yekgirtî nûnertiya parastina Kurdistanê bike.

___

Komîteya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Civîna Xwe Ya Duyemîn Lidarxist

KDC

Mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî Hate Girtin

KDC

Konferanseke Taybet

KDC