KDC

Encûmena Bajarê Nashville 50 saliya bicihbûna Kurdan li Amerîkayê bilind dinirxîne

Encûmena bajarê Nashville bi daxuyaniyek fermî, 50emîn salvegera gihîştina yekemîn koma malbatên Kurd bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û bicihbûna wan li Nashville û bajarên din ên Amerîkayê bilind nirxand.

 

Di daxuyaniyê de hatiye, ku yekemîn koma malbatên Kurd di 1ê Adara 1976an de gihîştine Amerîkayê û beşeke nû ya jiyana xwe dest pê kirine. Van malbatan dîrok, çand, hêvî û xeyalên xwe ligel xwe anîn û di heman demê de bingeha jiyaneke nû ji bo nifşên paşerojê danîn.

 

Encûmena bajêr tekez li ser wê yekê kiriye ku civaka Kurdî di 50 salên borî de, ligel avakirina jiyana xwe li Amerîkayê, berdewam bûye di parastina ziman, çand û kevneşopiyên xwe de.

 

Li gorî daxuyaniyê, Nashville mala zêdetirî 20 hezar Kurdan e û civaka Kurdî bûye parçeyekî neqetandî ji jiyana civakî û çandî ya bajêr; bi şêweyekê ku kevneşopiyên Kurdî û şêwaza jiyana Amerîkî li kêleka hev geşe kirine.

 

Her wiha encûmena bajêr amaje bi peywendiya di navbera Kurdistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de kiriye û tekez li ser hevkarî, rêzgirtina dualî û qurbanîdana hevbeş kiriye.

 

Di daxuyaniyê de rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, li kêleka hêzên Amerîkî û hevpeymanan, wek mînakek ji hevkariyên dîrokî hatiye behskirin.

 

Daxuyanî di 6ê Cotmeha 2026an de hatiye îmzekirin û tê de 50 sal bicihbûn, berxwedan û pêşkeftina civaka Kurdî li Nashville hatiye bilind nirxandin. Her wiha beşdariya malbatên Kurd di geşepêdan, pirrengî û jiyana medenî ya hevbeş a bajêr de bi fermî pejirandiye.

 

Daxuyanî ji aliyê Angie E. Henderson – Cîgira Şaredar û Seroka Encûmenê, Mike Cortese û endamên din ên encûmena bajêr ve hatiye îmzekirin.

 

Îmze:

 

Angie E. Henderson — Cîgira Şaredar û Seroka Encûmenê

Mike Cortese

Zulfat Suara

Emily Benedict

Tom Dreffel

Tasha Ellis

Delishia Porterfield

Joy Styles

Clay Capp

Antoinette Lee

Bob Nash

Russ Bradford

Jacob Kupin

San

___

Kazakistan. Revende Kurdistanî festîvaleke muzîk û strana kurdî li dar xist

Harmn

Beşdarbûna nûnerê Konfederasyonê di merasîmacenazeyê endamekî Kongresê de

Harmn

Nêrîna Selam Kurde Li Ser Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC