KDC

Ev penaber di bin metirsiya mirina pêşwext de ne

Raportek kovara bijîşkî ya navdar (The Lancet) eşkere kiriye, ku ew penaberên li navendên dersînorkirinê yan vegerandinê yên Îtalyayê de ne, ji ber xirabiya rewşa jiyan û tenduristiyê, rû bi rûyê metirsiyeke zêdetir a mirina pêşwext dibin.

Raporê bal kişandiye li ser nexweşî, pirsgirêkên derûnî, xirabiya xwarinê, bikaranîna zêde ya dermanan û reftara nedurist a hêzên ewlehiyê li gel penaberan dike. Herwiha hinek bijîşkên îtalî daxwaza çareseriyeke guncaw a tenduristiyê bo wan penaberan dikin, yên ku ji ber metirsiyên wan navendan jiyana wan ketiye ber metirsiyê.

___

Amerîka welatê Tirkiyeyê tawn bardike

KDC

Pasdarên Îranê Telefonên Kurdan Kontrol Dikine

KDC

Diasporayeke Kurdistanî Bi Hêz Tê Damezrandin

kurdish dc