KDC

Welatiyekî Kurd Hatiye Wendakirin

Piştî desteserkirina zêdetirî 35 rojan, welatiyekî Bokanî, ne diyar e ku li ku ye.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, li ser aqûbeta Çiya Aqabeyg Pûrî yê ji gundê RehîmXanî a ser Bokanê, zêdeyî 35 rojan di ser desteserkirina wî re derbas bûye û tu agahî bi dest neketine.

Merivekî malbata Aqabeyg Pûrî diyar kir ku piştî ew birin girtîgeha Îtlaata Artêşa Ûrmiyeyî, têkiliya wî bi malbatê re nema ye.

Çiya Aqabeyg Pûrî (28) zewicî ye û bavê du zarokan e.

___

Daxwazeke Navenda Revenda Kurd Ji Partiyên Kurdistanî Heye

KDC

Li Hmaburgê 12mîn festîvala filimê Kurdî bidawî hat

KDC

QAMIŞLO …!!

KDC
KDC

FREE
VIEW