KDC

Federasyona Revenda Kurdistanî li Rotterdamê Dibistana Armancê vedike

Federasyona Revenda Kurdistanî li welatê Holandayê, di pengaveke girîng û kirdarî de bo xizmeta nifşê nû li diyasporayê, vekirina yekemîn dibistana xwe ya fermî li bajarê Rotterdamê bi navê Dibistana Armanc ragihand, bi armanca parastina zimanê dayikê û gihandina çand û dîroka welat bo zarok û nûciwanên Kurd.

Li gorî ragihandineke Federasyona Revenda Kurdistanî li Holandayê, biryara vekirina vê navenda perwerdeyê piştî wê hat ku di dema borî de daxwaziyeke zêde ji aliyê civaka Kurdî ve pêşkêşî wan hatibû kirin ku girîngiyeke zêdetir bi pêvajoya fêrkirin û veguhestina çanda Kurdî bê dayîn, federasyonê tekez li ser wê yekê kiriye ku zimanê dayikê ne tenê amrazek ji bo axaftin û peywendîkirinê ye, belku stûna bingehîn a parastina nasname û dîroka neteweyî ye, bi taybetî jî di qonaxa koçberiyê û jiyana li derveyî welat de.

Dibistana Armanc kar dike bo rexsandina derfeteke pir girîng bo zarokan da ku bi awayekî zanistî zimanê dayika xwe fêr bibin û şarezatiya wan derbarê dîrok, kevneşopî û çanda dewlemend a Kurdî firehtir bibe, bi awayekî ku nifşê nû bi esl û nasnameya xwe serbilind be û bi baweriyeke bilind ber bi pêşerojê ve pengavan bavêje.

Federasyonê bal kişandiye li ser wê yekê jî, pêvajoya birêvebirina dibistanê li ser bingeha hevkariya hevbeş a di navbera dê û bavan, mamosteyan û kesên xwebexş de dibe, da ku bi rêya wê jîngeheke fêrkarî ya germ, aram û hander bo xwendekaran bê dabînkirin û bibe navendek bo hevdûnasîn û geşbûna wan.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

 

 

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Norwecê peyameke pîrozbahiyê ji Partiya Demokrat re şand
 

KDC

Neteweyên Yekbûyî : Sê parên penaberên Ûkraynayê venagerin welatê xwe  

KDC

Êrîş Li Firokexaneya Kabûlê Tê Kirine, Elmanya û DYA Bersivê Didine

KDC