Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkar û ezîzên her du welatiyan (Mihemed Resûl Hemedemîn) û (Mistefa Serkewt Xidir)ê temen pênc salan dikim ku bi xemgîniyeke mezin di encama barana zêde û lehiya duh a bajarê Hewlêrê de bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dane. Ez xwe di xema her du malbatên qurbaniyên wê bûyera diltezîn de hevbeş dibînim û ji Xwedayê Mezin dixwazim hedar û aramiyê bide wan û giyanê pak ê qurbaniyan jî bi behişta fireh şa bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
8ê Mijdara 2026
See less

