KDC

Yewnanîstanê Çend Koçber Di Nav Belemekê De Desteser Kirine

Hêzên Deryayî yên Yewnanîstanê 16 koçber li peravên welatê xwe girtine.

14 koçber û du kaptan ji bo ku xwe bigihînin Îtalyayê nêzikî peravên Yewnanîstanê ve ketine rê lê piştî çend saetan ji aliyê Hêzên Deryayî yên Yewnanistanê ve li nêzikî Girava Parga hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derya ya Yewnanîstanê, di 1ê Îlona 2021an de belemeke bi navê Desire li bendera Preveza hatiye sekinandin û ji wê rojê û vir ve di bin çavdêriyê de ye.

Piştî lêkolînê derket holê ku koçber welatiyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ne û ji polîsên Yewnan re gotine ku ew ji ber tirsa Erdogan ji wir reviyane.

___

Daxuyaniya Federasyona Revenda Kurdistanê li Avusturya

Harmn

Tahir Hewramî pêşwazîya Ezîz Şamîlov kir

KDC

10 Namzedên Kurd ji beşên cuda yên Kurdistanê ve di hilbijartinên xwecihî yên Niedersachsen a Almanyayê de serketinê bi dest xistin.

Karzan