KDC

Kongreya Amerîkayê Vekişîna Ji Rojava Red Dike

Piraniya endamên kongresa Amerîkayê naxwazin hêzên wan ji Rojava vekişin. Komariyan bêhtir deng ji bo mayînê dane.

Li gorî nûçeyeke ajansa North Press diviya piraniya endamên kongresê vekişandina hêzên Amerîka ji Rojavaya Kurdistanê pesend bikin lê belê 286 endamên encûmena nûneran li dijî vê yekê deng dan û 141 endaman dengên erê dan.

Di dengdanê de 187 endamên Komarî û 99 endamên Partiya Demokrat ew guhertin red kirin û li dijî vekişîna hêzên leşkerî yên Amerîkî ji Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê derketin.

___

Li Swêd: Li Qada Medborgarplatsenê Xwepêşandanek bo Rojava û Rojhilatê Kurdistan

Harmn

Pêşangeha Hunera Kurdî – Elmanî

KDC

London: Navenda Rewanda Kurdistanê û dibistana Xanzad roja ala Kurdistanê bilind kirin

KDC