KDC

Li Swêdê Ji Bo Çûyîna Bijîşkê Diranan Divê 7 Salan Li Hêviya Hatina Dorê Bimînî

Ji ber kêmbûna Diktorên Diranan, mirovên dixwazin qeyda xwe li xizmetên diranan a li Westworlda Rojava bikin, dibe ku heta heft salan li benda hatina dora xwe bimînin.

Ji Radyoya Swêdê îro Andish Euston diyar kir ku dema wî xwest qeyda xwe li Klînîka Diranan a Giştî ya li bajarokê Kisselby a Şaredariya Sundsvalê bike, karmendî jê re gotiye ku ji bo ku dor were wî divê 3 heta 5 salan li bendê be da ku karibe bi klînîkê re têkiliyê dayne.

Euston ji radyoya Swêdê re got: “Destpêkê ez keniyam, min got qey henekan dike lê ew qet nedikeniya.”

Nexweşekî din ê ku piştî heft salan li Solvio dor hatiye wî, diyar kir ku berpirsên tenduristiyê yên li bajêr demeke dirêj ji bo tedawiyê didin, ew jî ji ber kêmbûna bijîşkên diranan ên li wî bajarî ne.

___

Serokê DYAyê Joe Bîden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna NATOyê ya li Brukselê de li hev civiyan.

KDC

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd şeva helbestan li dar dixe

nusar1

Di dîroka xwe de yekem car, nirxê Facebook ji trîlyonek dolarî derbas dibe Dêwê tora civakî

KDC