Di demek de ku hikûmeta Spanyayê pêşbînî dikir ku bernameya nû ya dayîna mafê rûniştinê tenê pirsgirêka nîv milyon koçberên bêbelge çareser bike, polîsê neteweyî yê wî welatî eşkere dike ku ji ber yasaya hevgihandina malbatê, dibe ku ev pêvajo bibe sedema hatina nêzîkî sê milyon kesên nû bo welêt, ev yek jî nîgeraniyeke mezin a ewlehî û îdarî li hundirê Spanyayê derxistiye holê.
Dema hikûmeta Pedro Sánchez, serokwezîrê Spanyayê, di destpêka îsal de bernameya rêkxistina koçberan ragihand, wezîran pêşbînî dikir di navbera 400,000 bo 500,000 koçberên bêbelge ku berê li Spanyayê dijiyan, daxwaznameyê bo wergirtina rewşa yasayî pêşkêş bikin, lê berî bidawîbûna dema diyarkirî, zêdetirî 1.2 milyon daxwazname hatin pêşkêşkirin, ku bi vê yekê jimar nêzîkî du qat ji pêşbîniyên fermî derbas kir.
Niha berpirsên bilind ên polîsan hişyarî didin ku bandorên demdirêj ên vê pêvajoyê dê pir mezintir bin, li gorî texmînên sendîkaya pîşeyî ya polîsan bi piştbestina bi agahiyên polîsên neteweyî, her koçberek ku rewşa yasayî werdigire, paşê dikare bi rêya rêkarên hevgihandina malbatê kesûkarên xwe yên nêzîk bîne Spanyayê, ev yek jî dikare bi derbasbûna demê re hejmara giştî ya sûdmendên pêvajoyê bo nêzîkî sê milyon kesî bilind bike.
Nûnerên polîsan rexneyên tund li hikûmetê digrin ji ber veguhestina berpirsiyariya nirxandina daxwaznameyan ji polîsê neteweyî bo Wezareta Koçê, ew wiha bawerin ku ev pengav pisporiya polîsan di piştrastkirina nasname û belgeyan de paşguh dike û kontrolên taybet bi rastiya belgeyan û paşîna tawanan lawaz dike. Berpirsên polîsan amaje dikin ku niha erkê efserên biyaniyan bi piranî kurt bûye bo karên îdarî û derxistina karta rûniştinê bo wan daxwaznameyên ku berê ji aliyê wezaretê ve hatine pejirandin, ku li gorî baweriya wan ev yek dibe sedem ku di demek nêzîk de tevahiya sîstemê ber bi hilweşînê ve biçe.
Sendîka hişyariyê dide li ser zêdebûna metirsiya sextekariyê, bi taybetî ku ew qebareya bêpêşîne ya daxwaznameyan zexteke mezin dixe ser desthilatên koçê yên Spanyayê, ew amaje dikin ku dibe ku xelk ji welatên din ve pere bidin wan kesên ku li Spanyayê rewşa wan a yasayî heye da ku bi belgeyên sexte xwe wek xizm an kesûkarên wan bidin nasîn û werin nav welêt.
Li hemberî vê yekê, hikûmeta Sánchez berevaniyê ji biryara xwe dike û wek bersivekê bo kêmbûna hêza kar û paşveçûna demografîk bi nav dike, bi wê baweriyê ku anîna koçberên bêbelge bo nav aboriya fermî, dibe sedema zêdebûna dahata bacê, baştirkirina parastina mafê karkeran û alîkariya berdewamiya sîstema çavdêriya civakî ya Spanyayê, her wiha wezîr tekez dikin ku bername tenê bo wan koçberan e ku berê li Spanyayê bûn, ne handan e bo hatina pêla nû ya koçberan.
Ev pêvajoya dayîna mafê mayînê wek heftemîn bernameya ji vî rengî li Spanyayê tê hesibandin di 40 salên borî de, ku yek ji mezintirîn kampanyayên rêkxistina koçberan e ku heta niha di dîroka Ewropayê de hatiye kirin.
Ev pengava Madrîdê di demekê de ye ku piraniya welatên din ên endam di Yekîtiya Ewropayê de sîyasetên koçê hişktir kirine û deportkirina kesên ku daxwaza penaberiya wan hatiye redkirin zêde kirine, ev biryara cuda ya Spanyayê bûye sedema pêleke rexneyan ji aliyê partiyên opozîsyon û nûnerên polîs ve, ku wiha bawerin di dema biryardanê de hikûmetê nirxandineke gelek kêmtir bo bandorên hevgihandina malbatê kiriye û metirsiyan biçûk dîtiye.
Karzan Haidar

