Wek bertekek li dijî wan êrîşên ku hatine kirin ser bajarên Hewlêr û Silêmaniyê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi tundtirîn awayî van êrîşan şermezar dike û hişyariyê dide ku axa Herêma Kurdistanê nebe qada yekalîkirina nakokiyan. Di heman demê de, daxwaza bertekeke bilez û pratîkî ji hikûmeta Iraqê, civaka navneteweyî û hêzên hevpeyman dike.
Di 17ê Tîrmeha 2026an de, li ser axa Herêma Kurdistanê li her du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê rêze êrîşên moşekî û dronî pêk hatin ku di encamê de 9 pêşmerge şehîd bûn û çend kesên din jî birîndar bûn. Ev êrîşên ku wek binpêkirineke eşkere û metirsîdar a serweriya axa Herêma Kurdistanê tên hesibandin, metirsiyeke rastîn li ser aramiya herêmê çêkirine. Di rabirdûyê de jî çendîn caran êrîşên bi vî rengî li ser deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine kirin, ku her tim bûne sedema bertek û nîgeraniyên tund ên navxweyî û derve, bi taybetî ji bo rêgirtina li bikaranîna axa Herêmê di nakokiyên herêmî de.
Naveroka Daxuyaniyê:
Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi tundî van êrîşên neheq ên li ser Kurdistanê şermezar dike
Em bi tundtirîn awayî van êrîşên moşekî û dronî yên ku di 17ê Tîrmeha 2026an de li ser Hewlêr û Silêmaniyê hatine kirin û bûne sedema şehîdbûna 9 Pêşmergeyan û birîndarbûna çend kesên din, şermezar dikin.
Ev êrîş binpêkirineke eşkere û metirsîdar a serweriya axa Herêma Kurdistanê ne û gefeke rastîn in li ser aramiya herêmê. Nabe ku axa Herêma Kurdistanê bibe qada yekalîkirina nakokiyan.
Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî li diyasporayê, daxwaz ji hikûmeta Iraqê ya federal, civaka navneteweyî û hêzên hevpeyman dikin ku bi lez dengê xwe bilind bikin û pengavên pratîkî ji bo rawestandina van destdirêjiyan bavêjin.
Sersaxiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên şehîdan dikin û daxwaza başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazîn.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
17ê Tîrmeha 2026
Karzan Haidar

