KDC

Rêbîn Marif bi piştgiriya serokê NATOyê çavê wî li parlamena Hollandayê ye

Di çîrokeke tijî serkeftin û îradeyê de, ciwanekî Kurd piştî 9 salan karê berdewam li navenda biryara navxweyî ya Hollandayê, niha bûye serokê fraksiyona partiya xwe li bajarê Arnhemê. Ev serkeftin ne tenê di çarçoveyeke navxweyî de maye, belkî peywendiyên wî yên bihêz û kesî li gel serokê NATOyê û Wezîra Bergiriya Hollandayê, dergehekî mezin ji bo dirustkirina lobiyeke stratejîk bo doza Kurd vekiriye. Di niha de, armanca wî ya mezin gihîştina parlamena Hollandayê ye ji bo xizmetkirina zêdetir a neteweya xwe.

Rêbîn Marif, ku endamekî çalak ê partiya VVD ye li Hollandayê, ev 9 sal in û bo 3 xulên li pey hev baweriya dengderan bi dest xistiye û wek endamê encumena şaredariya bajarê Arnhemê kar dike. Piştî derbasbûna çendîn salan di xizmetê de û beşdarbûna di pêvajoyên hilbijartinê de, di dawîn hilbijartinê de wek serokê lîsteya partiya xwe hat diyarkirin û karî dengekî zêde bi dest bixe. Ev yek bû sedem ku rasterast bibe serokê fraksiyona partiya xwe di nav encumena şaredariyê de.

Di dema hevdîtinekê de, Rêbîn Marif bal kişand li ser xewn û xeyalên xwe yên bo paşerojê û venaşêre ku daxwaza wî ya mezin ew e ku di vê dewra hilbijartinan de xwe bo parlamena Hollandayê berbijêr bike. Ew pê bawer e ku gihîştina parlamenê hengaveke pir giring e bo dirustkirina lobiyeke bihêztir bo neteweya xwe, daku bi wê rêyê bikaribe xizmeta gelê xwe û di heman demê de xizmeta welatiyên Hollandayê û hemû pêkhateyên din ên jiyanhez ên wî welatî bike.

Tişta ku pêgeha vê ciwanê Kurd bihêztir û taybetir dike, peywendiyên wî yên siyasî û kesî yên nêzîk in li gel serkirdeyên diyar ên cîhanê. Rêbîn peywendiyeke pir germ û taybet li gel Mark Rutte heye, ku berê serokê partiya wan û bo çendîn xulan serokwezîrê Hollandayê bûye û di niha de jî serokê hevpeymaniya NATOyê ye. Ev peywendî li ser bingeha naskirina kesî dirust bûye û Mark Rutte baş dizane ku Rêbîn Kurd e. Ev peywendiya taybet derfeteke zêrîn e bo naskirina zêdetir a pirsa Kurd û cihê şanaziyê ye bo wî ciwanî.

Li gel wê jî, Rêbîn peywendiyeke berdewam û pir baş li gel xanim Dilan Yeşilgöz heye, ku siyasatmedareka Kurd a Bakurê Kurdistanê ye û karaktereke pir bihêz a nav heman partiya siyasî ye û Wezîra Bergiriya Hikûmeta Hollandayê ye. Ev peywendiya nêzîk wek pireke giring bo nêzîkbûna zêdetir û pêşxistina pirsên neteweyî tê dîtin.

Ji ber van hewldan û têkoşîna wî ya berdewam di qada siyasî de, Rêxistina Çepk bo geşepêdana mirovî di çarçoveya projeya “Hêza Ciwanê Serkeftî” de, xelata rêzlênanê û mertalê Konfederasyona Revenda Kurdistanî pêşkêşî Rêbîn Marif kir.

Şaxewan Dukanî di dema pêşkêşkirina xelatê de ji Rêbîn Marif re daxwaza berdewamiyê kir wek ciwanekî mînakî û serkeftî, her wiha piştgiriya temam a rêxistina xwe bo wî dûpat kir. Li hember de, Rêbîn Marif spasiya wê rûmetê kir û Konfîderasyona Revenda Kurdistanî û Rêxistina Çepik wek navendên bihêz û ciwan wesif kirin ku çalakiyên curbecur û bêhempa li Hollandayê encam didin. Her wiha hêvî xwest ku bi dehan ciwanên din ên Kurd werin pêş û bikevin nav qada siyasî daku bibin lobiyeke mezin bo niştiman û Kurdistanê.

Beşdarbûn û serkeftina ciwanên kurd di qada siyasî ya welatên Ewropayê de, bi taybetî li welatekî wek Hollandayê ku xwedî pêgeheke giran û bi bandor e di nav Yekîtiya Ewropa û hevpeymaniya NATOyê de, werçerxaneke mezin û dîrokî ye di awayê xebata dîplomasî ya Kurdî de. Gihîştina kesayetiyekî Kurd bi postên pêşeng ên partiya desthilatdar di navenda şaredariyan de û hewldan bo gihîştina parlamenê, ligel hebûna peywendiya rasterast bi biryarderên bilind ên cîhanî re, giraniyekî mezin dide revenda Kurdî. Ev cure pêgehane dibin sedem ku pirsa Kurd ji qonaxa hestiyarî (sempatî) derbas bibe ser maseya biryardana navdewletî. Dirustkirina lobiya Kurdî bi rêya karakterên siyasî di nav parlamen û hikûmetên rojava de, çekê herî modern û bibandor e bo parastina berjewendiyên neteweyî û dîtina dostên stratejîk di demên qeyranan de, ku ev jî tam ew siyaseta ku neteweyên pêşkeftî yên cîhanê bo parastina kiyanên (statuyên) xwe peyrew dikin.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Zidane Wê Bibe Rahênerê Manchester Unitedê

KDC

Pîrozbahî Ji Tora Hevkariya Rêxistinan

KDC

Belçîka: Endamên Komîteya Rêveber a Konfederasyonê beşdarî civînê bûn

Harmn