KDC

Awat Mihemed li Kazakistanê bi lêkolîneke zanistî qonaxên bişaftina Kurdên Azerbaycanê eşkere dike

Di sêyemîn Konferansa Navneteweyî ya Kurdên Qefqasyayê de ku li bajarê Almatî ya Komara Kazakistanê birêve çû, lêkolîner Awat Mihemed Osman Gelalî bi lêkolîna xwe ya zanistî ya li ser bişaftin yan asîmîlasyona Kurdên Azerbaycanê de beşdar bû.

Lêkoler di daxuyaniyekê de bal kişande li ser encama beşdariya xwe û wan qonaxên dîrokî ronî dike ku bûne sedema ji navçûna ziman û nasnameya Kurdî li wê herêmê.

Awat Mihemed Osman Gelalî di derbarê beşdarbûna xwe ya di konferansê de bal kişand li ser wê yekê, ku wek lêkolerekî bi şanaziyê ve beşdariyê kiriye û lêkolîneke taybet li ser pirsa bişaftina Kurdên Azerbaycanê pêşkêşî amadebûyan kiriye.

Lêkoler behsa wê yekê kir ku di destpêka lêkolîna xwe de têgeha asîmîlasyonê ji bo amadebûyan şirove kiriye û di baweriya wî de ev têgeh ji bişaftina neteweyek an komekê di nav çand û neteweyeke din de pêk tê bi awayekî ku ziman û kevneşopiyên xwe ji dest bide.

Derbarê Kurdan de jî, ew wisa dibîne ku ev pêvajo bi rêya siyaseta dewletên desthilatdar û bi bikaranîna yasa, perwerde û medyayê hatiye bicihkirin da ku nifşê nû ji nasnameya xwe ya resen dûr bixin.

Bi piştbestina çavkaniyên dîrokî, Awat Mihemed pêvajoya bişaftina Kurdên Azerbaycanê bo 3 qonaxên sereke dabeş kiriye. Li gor gotina wê lêkolera Kurd, qonaxa yekem piştî hilweşîna Dewleta Şedadiyan dest pê kiriye ku tê de ji ber lawazbûna pêgeha Kurdan, zimanê Azerî û Tirkî cihê zimanê Kurdî girtiye, ev yek jî zêdetir bi sedema têkiliya aborî û civakî û zewacê bûye ne bi siyaseteke bi darê zorê.

Di behsa qonaxa duyem de, lêkoler Awat tîşk xistiye ser serdema Yekîtiya Sovyetê ku tê de pêvajoya bişaftinê zûtir bûye, sedemên wê jî ji bo hilweşandina Komara Kurdistana Sor di sala 1929an de û veguhestina bi darê zorê ya Kurdan di salên 1937 û 1944an ve vegerandiye ku bûne sedema têkçûna yekparçeyiya cografî ya Kurdan.

Herwiha qonaxa sêyem ku wekî dijwartirîn qonax bi nav kiriye, vedigere piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1991ê de. Amaje bi wê kiriye ku Şerê Yekem ê Qerebaxê di navbera salên 1992 bo 1993 bûye sedema derkirina Kurdan ji warê xwe yê dîrokî li navçeyên Laçîn û Kelbecarê, hevdem nebûna medya û dibistanên Kurdî û veşartina nasnameya wan di serjimêriyan de, sedemên sereke yên bileztirbûna vê pêvajoyê bûne.

Awat Mihemed behsa rewşa konferansê dike ku bo demekê du rojan berdewam bûye û tê de hejmareke zêde ya mamoste û akademîsyenên ji welatên cuda ve bo gotûbêjkirina li ser dîrok û çanda Kurdî kom bûne, herwiha amaje bi wê kir ku roja duyem bo ahengêke dostane û bibîranîna 60 saliya Hejar Şamil hatibû terxankirin, lêkoler pesnê mêvanperweriya germ a Kurdên Kazakistanê dide û wek mînakeke bilind a yekîtî û resenayetiyê bi nav dike.

Awat Mihemed Osman Gelalî tekez li ser wê kiriye ku parastina ziman û dîrokê bingeha mayîna neteweyê ye û daxwaz kiriye ku bi rêya lêkolînên zanistî û hevahengiya diyasporaya Kurd ve ew mîrat bo nifşên pêşerojê bê parastin, hevdem spasîya rêkxerên konferansê jî kir bo serxistina çalakiyê.

Kurdên Qefkasyayê, bi taybetî ewên ku li Azerbaycan û Ermenîstanê dijîn, xwedî dîrokeke kevnar in li wê herêmê û di sedsalên borî de roleke girîng lîstine, ku ya herî diyar damezrandina Dewleta Şedadiyan bûye di sedsala dehem de, di serdema desthilata Yekîtiya Sovyetê de û di sala 1923an de, yekeyeke îdarî bi navê Qezaya Kurdistanê ku bi Kurdistana Sor tê naskirin bo Kurdan hat damezrandin ku navenda wê bajarê Laçîn bû, lê ev qeware tenê piştî çend salan û di sala 1929an de bi biryara Sovyetê hat hilweşandin, paşê bi sedema siyasetên Stalîn bo veguhastina neteweyan û paşê jî serhildana nakokiyên neteweyî yên wek şerê Qerebaxê, Kurdên wê herêmê rastî piştguhxistin, koçberî û pêvajoyeke sîstematîk a bişaftinê bûne, bi awayekî ku îro tenê hejmareke kêm ji Kurdên wan herêman karîne nasname û zimanê xwe yê resen biparêzin, konferansên taybet ên derbarê Kurdên Qefqasyayê hewlek in bo ji nû ve avakirina wê pira çandî û zindîkirina nasnameya neteweyî li wê herêmê.

___

Îran, Efxaniyan Dişîne Welatên Wan

KDC

Ciwanekî kurd ê ji Efrînê xelata herî mezin a Almanyayê qezenc dike

Karzan

Navenda Revenda Kurd Piştgiriya Berbijêrê Kurd Li Munichê dike

KDC