KDC

Li hefteya yekem a destbikarbûna serokwezîrê nû yê Brîtanyayê nêzîkî hezar koçber gihîştin wî welatî

Bi derbasbûna tenê hefteyekê li ser wergirtina posta serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî ji aliyê Andy Burnham ve, nêzîkî hezar koçberên neqanûnî bi rêya metirsîdar a Kendava Îngilîzî ve çûne nav axa Brîtanyayê û yekem zengila hişyariyê ji bo kabîneya nû lê dan.

Malpera C News bi pişta xwe bestina bi kanala GB News ve belav kiriye ku Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê amarên nû yên derbarê hejmara koçberan de eşkere kiriye, li gorî daneyên wezaretê, tenê di roja 23yê Tîrmehê de 366 kesan bi awayekî neqanûnî Kendava Îngilîzî derbas kirine û gihîştine Brîtanyayê, ya ku cihê metirsî û balkişandinê bûye, 165 ji wan kesan bi awayekî pir xirab di nav tenê yek belemê de asê mabûn, her wiha rojek berî wê jî, herî kêm 200 kesên din bi heman rêyê xwe gihandine nav welêt.

Andy Burnham di roja 20yê Tîrmeha îsal de wek serokwezîrê nû yê Keyaniya Yekbûyî hate destnîşankirin, ev yek jî piştî wê hat ku Keir Starmer bi fermî ji posta xwe îstifa kir, pirsa koçberan yek ji qeyranên berdewam ên Brîtanyayê ye, bi awayekî ku tenê ji destpêka sala 2026an ve heta niha, zêdetirî 13 hezar û 500 koçberên neqanûnî bi rêya Kendava Îngilîzî ve gihîştine wî welatî, ev pêla berdewam a koçberan zextekî mezin xistiye ser saziyên hikûmetê û bûye yek ji dosyeyên herî hesas ên li pêşiya serokwezîrên li pey hev ji bo dîtina çareseriyekî bingehîn.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rêya kontrolkirina Corona destnîşan kir

KDC

Kongreya Revenda Kurdistanî li paytaxta Norvecê

Harmn

Li Silêmaniyê Berpirsekî PKKê Hatiye Kuştin

KDC