KDC

Leyla Dîwbend: Êrîşa 19’ê Tîrmehê bi mebesta komkujî û têkdana jîngeha Kurdistanê hat kirin

Supayê Pasdaran ê Komara Îslamî ya Îranê bi rêya balafirên bêfirokevan (dron), êrîşeke neçaverêkirî bir ser baregehên Supayê Millî yê Kurdistanê. Ev êrîşa ku berê sibehê roja Yekşemê 19’ê Tîrmeha 2026’an pêk hat, ne tenê êrîşeke leşkerî ya asayî bû; li gorî belgeyên meydanî û raporên bijîşkî, tê de maddeya qedexekirî ya “fosfora spî” hatiye bikaranîn. Di vê hevpeyvîna taybet de ji bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Leyla Dîwbend, Berpirsa Nivîsîngeha Jinan, hûrgiliyên vê êrîşê û bandorên mirovî û jîngehî yên wê çeka qedexekirî eşkere dike.

 

– Wek destpêk, tu dikarî hûrgiliyên wê êrîşê ji me re bêjî ku di 19’ê Tîrmeha 2026’an de birin ser Supayê Millî yê Kurdistanê?

 

Sibehî zû roja Yekşemê 19’ê Tîrmeha 2026’an, Supayê Pasdaran ê Îranê bi çendîn dronên bombebarkirî êrîş kir ser yek ji baregehên Supayê Millî yê Kurdistanê li nava axa Herêma Kurdistanê. Ev êrîş bû sedema birîndarbûna 9 pêşmergeyan. Lê ya ku cihê dilgiraniyê ye, şêwazê birîndarbûnê ye; birîn ne ji ber perçeyên bombeyan an teqînên asayî ne, lê belê şewatên pir kûr in ku nîşan didin di wê êrîşê de çeka qedexekirî hatiye bikaranîn.

 

– Hûn li ser çi bingehî dibêjin ku Komara Îslamî di vê êrîşê de fosfora spî bikar aniye?

 

Gelek delîlên nayên înkarkirin li cihê bûyerê hatine komkirin. Yekem; agirekî pir bi hêz derket û dûmaneke spî ya çirr (stûr) jê rabû ku ev taybetmendiya sereke ya fosfora spî ye. Duyem; pisporên leşkerî û bijîşkên pispor ên ku birîndar dîtine, tekez dikin ku şewata li ser laşê pêşmergeyan pir kûr e û gihîştiye ser hestî. Ev yek tenê bi sedema maddeyên kîmyewî yên şewatker çêdibe. Di laşê birîndaran de tu şopên perçeyên dronan tune bûn, hemû tenê şewitîbûn.

 

– Rewşa tenduristiya wan 9 pêşmergeyên ku birîndar bûne çawa ye û wê maddeyê çi zerar daye laşê wan?

 

Rewşa tenduristiya piraniya wan ne aram e. Fosfora spî ne tenê çerm dişewitîne, lê belê bi rêya reaksiyonên kîmyewî derbasî nava xwînê dibe û zerarên kujer dide endamên hundirîn ên laş wek cerg (kezeb), gurçik û dil. Ew 9 pêşmerge di nava êşeke pir giran de ne û eger heye hinek ji wan bibin kêmendamên mayînde yan jî jiyana xwe ji dest bidin eger dermankirineke bilez neyê kirin, ji ber ku ev birîn bi hêsanî baş nabin.

 

– Ji bilî zerarên mirovî, bikaranîna vê çekê çi bandor li ser jîngeha herêmê kiriye?

 

Zerarên jîngehî karesatbar in. Fosfora spî dema ku dikeve ser erd û giya, dibe sedema agirekî berdewam ku bi hêsanî nayê vemirandin. Ev yek ax û ava herêmê jehrî dike û metirsiyeke mezin li ser jiyana ajelên kovî û heta pez û dewarên gundiyan jî çêdike. Paşmayiyên vê maddeyê ji bo demeke dirêj di axê de dimînin û hevsengiya jîngehê li wê devera ku êrîş lê hatî kirin têk dide.

 

– Wek Nivîsîngeha Jinan û wek beşek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî, daxwaza we ji civaka navdewletî çi ye?

 

Em bang li rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi lez lêkolînê li ser vê tawanê bikin. Bikaranîna fosfora spî li dijî hêzên leşkerî û li nêzîkî deverên sivîl, binpêkirineke eşkere ya peymanên navdewletî ye. Pêwîst e cîhan li hember van êrîşên Komara Îslamî ya Îranê bêdeng nemîne ku ne tenê mirovan, lê belê xweza û jîngeha Kurdistanê jî dike armanc. Em ê berdewam bin li ser gihandina dengê vê mezlûmiyetê û em ê delîl û belgeyan pêşkêşî navendên cîhanî bikin.

___

Operasyona Derbaskirina Xebatkarên Sefaretxaneya DYAyê ya Li Kabûlê Wê Dest Pê Bike

KDC

Li Bakurê Kurdistanê, Karkerekî Zirar Daye Apê Xwe

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî encamnameya dawî ya Konferansa Lozanê pêşkeşî raya giştî dike

KDC