KDC

Cûreyeke Din A Vîrûsa Koronayê Derketiye û Zarok Pê Dikevine

Cûreyeke din a vîrûsê derket holê û jê re Delta Plus tê gotin, ku bi taybetî zarok pê dikevin û ji hemû cûreyên din ên vîrûsê cûdatir e.

Li gorî rapora bijîşkan, rîsk û dudiliya vîrûsê ji bo zarokên kêmî 12 salî ye ku hîn derzî li xwe nexistine.

Perwerdehiyê Dest Pê Dikiye û Korona Gefê Li Zarokan Dixwe

Malpera tenduristî ya Healthline hûrgiliyên coronavirusê di raportekê de belav kiriye ku Bol Offit berpirsê Navenda Vaksînlêdana li Nexweşxaneya Amerîka li Filadêlfiya bo zarokan dibêje ku cûreya Delta Plus zû belav dibî ye û dibe sedem ku zarok pir zû enfeksiyonê bigirin.

Li gorî Navenda Kontrol û Parastina Nexweşiyan a CDCê, ev cûre ya koronavîrûsê bi du qatan ji cûreyên din wek belavbûn û enfeksiyon leztir e û bandorên wê ji vîrûsa mezin a Covid-19 gelekî zêdetir e.

Wekî ku di raporê de hatiye gotin, ji ber ku heta niha tu derzî li zarokan nayê, îhtîmal heye ku ev cûre gelekî belav bibe.

___

Erîşên terorîstî ya doh êvarê li ser Hewlêrê, bi tundî şermezar dikin 

KDC

Navenda Çiwarbaxê pêşwaziya biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina zimanê Kurdî kir 

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Beşdariya 40 Saliya Damezrandina Enstîtuya Kurdî li Parîsê Bû

nusar1