KDC

eyama pîrozbahiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya yekxistina hêza Pêşmerge

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Kurdistaniyên têkoşer li diyasporayê
Pêşmergeyên qehreman
Malbatên serbilind ên şehîdan

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi navê hemû Kurdistaniyên diyasporayê li seranserê cîhanê, pîrozbahiya vê roja mezin û dîrokî li tevahiya gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman dike, ku bi yekxistina hêza Pêşmerge û avakirina arteşeke niştimanî ya serdemiyane bi rûmet bû.

Ev destkefta stratejîk û neteweyî, encama dîtina kûr, israr û rêbertiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî bû, ku herdem yekxistina Pêşmerge wek mîsogerkirina mayîn û parastina kiyana niştiman daniye, ji vê rûyê ve, destxweşiyê li îrade û hewla rêzdaran Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, Serokê Encumena Wezîran, Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr û Wezareta Pêşmerge dikin, ku bi berpirsiyariyeke mezin ve ev pêvajoya girîng gihandin vê qonaxa dîrokî.

Bo Kurdistaniyên diyasporayê, ev yekîtî cihê serbilindiyeke mezin e û pêgeha dîplomasî û navdewletî ya Kurdistanê gelek bihêztir dike, wek herdem, em ê deng û piştevaniya bihêz a vê arteşa niştimanî bin li navendên cîhanî de.

Silav bo giyanê pak ê şehîdan û xebata bêrawestan a Pêşmerge.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
21ê Îlona 2026

___

Navenda Revenda Kurdistanî li Denîmarkê civînek li dar xist 

KDC

Navenda Nurnbergê Civîna Xwe Ya Asayî Lidarxist 

KDC

Tahir Hewramî pêşwazîya cihgirê serokê navenda rewanda Kurdistanî-Belcîka kir

KDC