KDC

Federasyona Hollandayê beşdarî çalakiyeke Modeyê dibe

Federasyona Revenda Kurdistanî bi serbilindî beşdarî Hefteya Modeyê ya Hollandayê dibe.

Bi serperiştiya Xatûna Reyhan Seîd, berpirsa Federasyona Revenda Kurdistanî, bi rêya dezgeha Stichting Rihanna, li Hefteya Modeyê ya Hollandayê li bajarê Utrechtê beşdar dibin.

Ev bone di navbera 21 heta 24ê Cotmeha 2026an de tê lidarxistin û derfetek e ji bo nasandina çand û mîrata Kurdî û bihêzkirina amadebûna Kurdan li çalakiyên çandî û hunerî yên Ewropayê de.

Di çarçoveya vê beşdariyê de, cilûbergên Kurdî û bedewiyên çanda Kurdî dê werin nîşandan, da ku civaka Hollandî ji nêzîk ve bi dewlemendî û taybetmendiyên çanda Kurdî binase.

Federasyona Revenda Kurdistanî tekez dike ku amadebûna dezgehên Kurdî li boneyên Ewropî de roleke girîng di xurtkirina têkiliyên navbera Kurd û civaka Hollandî û di danustandina çandî û avakirina pira têgihiştinê di navbera gelan de dilîze.

Federasyona Revenda Kurdistanî – Hollanda, dê berdewam be li ser hewldanên xwe ji bo nasandina nasname û mîrata Kurdî û bihêzkirina beşdariya Kurdan di jiyana çandî û civakî ya Ewropayê de.

Nasnameya Kurdî, serbilindiya me ye; Mîrata Kurdî, pira têkiliya me ye; Çand, zimanê hevbeş ê di navbera gelan de ye.

___

Navenda Revenda Kurd Beşdarî Şîna Şêx Şamo Bû

KDC

Konfîderasyona Rewenda Kurdistanî serkeftina Amedsporê pîroz dike

Karzan

Beṣdarî di rojên mafê mirovan de

Harmn