KDC

Sê zarokên malbateke Silêmaniyê li ser sînorê di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de xeniqîn

Di nûtirîn karesata koça neyasayî ya ber bi Ewropayê ve, sê zarokên malbateke xelkê bajarê Silêmaniyê di çemê Mêrîçê de li Tirkiyeyê xeniqîn, ev jî piştî ku keleka wan a darîn ji ber zêdebûna hejmara sernîşînan bin av ket, di demekê de dê û bavê zarokan ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatine binçavkirin, çarenivîsa termê du ji zarokan heta niha nediyar e.

Bûyer êvara Çarşemê, 14-10-2026 li sînorê bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê li ser çemê Mêrîçê qewimiye, dema ku komeke 8 kesî ji welatiyên Herêma Kurdistanê ku ji malbateke 5 kesî û 3 ciwanên din pêk dihat, hewl didan bi rêya avê xwe bigihînin axa Yewnanistanê, li gorî zanyariyan, qaçaxçiyan tevî nerazîbûn û hişyariya malbatê derbarê hilnegirtina keleka biçûk de, bi zorê 8 kes xistine ser kelekeke darîn ku şiyana hilgirtina wê hejmarê nebûye, ev jî bûye sedema têkşikandina kelekê û ketina hemû sernîşînan bo nava avê.

Li gorî vegotina çalakvanên warê koçberan ji devê kesûkarên qurbaniyan ve, yekser piştî bûyerê yek ji zarokan ji aliyê tîmên hawar hatinê ve ji avê hatiye derxistin û gihandine nexweşxaneyeke bajarê Edîrneyê, lê ji ber giraniya rewşa wî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye, di demekê de du zarokên din herikîna bihêz a avê birine û heta niha termên wan nehatine dîtin, dê û bavê zarokan piştî rizgarbûna wan, ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve bo lêkolînê hatine binçavkirin û 3 ciwanên din jî cihê bûyerê bi cih hiştine.

Kesûkarên zarokan li bajarê Silêmaniyê bûyerê wek karesateke mezin wesf dikin, Westa Reza ku bapîrê zarokan e, bi xembarî û xemgîniyeke mezin daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî dike ku bikeve dewrê û bi rayedarên Tirkiyeyê re têkilî deyne bi armanca zêdekirina hewldanan bo dîtina termê wan du zarokên ku heta niha winda ne, herwiha xalê zarokan jî amaje bi wê yekê dike ku di dema karesatê de têkiliya telefonê li gel dê û bav hebûye û wan bi şêweyekî pir diltezîn û bi girî ve daxwaza hawara çûyînê kirine piştî ku avê her sê zarok li ber çavên wan birine.

Çemê Mêrîçê ku sînorekî xwezayî di navbera bakurê rojavayê Tirkiyeyê û bakurê rojhilatê Yewnanistanê de pêk tîne, di salên borî de bûye yek ji metirsîdar û kujertirîn dergehên koça nerêkûpêk ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê ve. Qaçaxçî ji bo xilasbûna ji çavê parêzvanên sînor, koçberan neçar dikin bi şevan û di hewa û seqayên nexweş de bi kelekên lastîkî yên bêkalîte ji çem derbas bibin, ev jî berdewam dibe sedema karesata binavketin û xeniqîna koçberan bi taybetî jin û zarokan, tevî hişyariyên berdewam, salane bi hezaran ciwan û malbat ji welatên cuda ve, Herêma Kurdistanê jî di nav de, jiyana xwe dixin ber van mirinên li çaverêkirî.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Konfîderasyona Rewenda Kurdistanî serkeftina Amedsporê pîroz dike

Karzan

Almanya: Şandeke navenda rewanda Kurdistanî beşdarî kampeke hunerî ya Şêwekariyê ( Art Camp ) dibe 

KDC

Biden: Kiryarên Teqîna Kabîlê Wê Bêne Cezakirin

KDC