KDC

Li Deryaya Egeyê 12 koçber xeniqîn

Di karesateke nû ya koçberan de li ser sînorên avî yên Ewropayê, herî kêm 12 koçber di du bûyerên cuda de li Deryaya Egeyê xeniqîn, ku beşek ji wan piştî ku qayika wan li keştiyeke hêzên ewlehiyê yên Yewnanistanê ketiye qewimiye.

Li gorî zanyariyên rayedarên parêzvaniya peravên Yewnanistanê, di bûyera yekem de li nêzîkî girava Lesbosê, qayikeke koçberan bi keştiyeke polîsê deryayî re li hev ketiye, di encama wê bûyerê de şeş kesan jiyana xwe ji dest dane ku çar ji wan jin bûn û yek jê jî pitikek bû û termên wan ji avê hatine derxistin.

Her di heman deryayê de û li nêzîkî girava Samosê, bûyereke din a binavbûnê hatiye tomarkirin, parêzvaniya peravan piştrast kir ku kelekekî din a biçûk a veguhestina penaberan li wê herêmê noqî avê bûye û li wir jî termê şeş koçberên din hatine dîtin.

Giravên rojhilatê Yewnanistanê, bi taybetî Lesbos û Samos ku bi tenê çend kîlometreyan ji peravên Tirkiyeyê dûr in, bi salan e riya sereke ya gihîştina koçberên Rojhilata Navîn û Efrîqayê ber bi Yekîtiya Ewropayê ve ne, tevî tundkirina tedbîrên ewlehiyê û zêdekirina gerên çavdêriyê yên Ewropayê li Deryaya Egeyê, qaçaxçî hîn jî penaberan bi kelekên lastîkî û ne guncaw di nav pêlên xeternak re derbas dikin, ev yek jî bûye sedem ku ew riya avî bi berdewamî bibe şahidê bûyerên xwînawî û jiyana xwe ji destdana bi hezaran jin û zarok û ciwanan.

___

Encûmena Bajarê Nashville 50 saliya bicihbûna Kurdan li Amerîkayê bilind dinirxîne

Xelan

Navenda Rewanda Kurdistanî-Viyanayê û Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê li Awûstûryayê li hev civiyan 

KDC

Konfederasyona Revenda Beşdarê Tazîya M.Emîn BozarslanBû

Harmn