Li bajarê Laheyê li Holandayê, konferanseke taybet bi yekxistina şiyanên diyasporayê û bandora siyasî ya Kurd hate lidarxistin, ku tê de biryara pêkanîna komîteyeke hevbeş a lobiyê hate dayîn û tekez li ser parastina seqamgîriyê, pêşxistina tebahiya neteweyî û beşdariya siyasî ya karîger li welatên mêvandar hate kirin.
Konferans ji aliyê Platforma Kurdî ya ji bo Karê Hevbeş ve bi hevahengî ligel Konfederasyona Revenda Kurdistanî ve hatibû rêkxistin. Piştî destpêkirina rêwresmê ji aliyê Welat Mizûrî ve û pêşkêşkirina gotara bi xêrhatinê ji aliyê serokê platformê Elî Hirûrî ve, gotarên sereke yên aliyên beşdar hatin pêşkêşkirin.
Di gotara Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî ku ji aliyê nûnerê wî birêz Qehreman Osman ve hate xwendin, tekez li ser pêwîstiya yekdengiya Kurd bê cudahiya partî û herêmî hate kirin, nûnerê Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî bal kişand li ser destkeftên dîrokî yên gelê Kurdistanê di siya yekrêziyê de kir û daxwaz kir ku diyaspora wek hêzeke şaristanî, dîplomatîk û aştîxwaz li Ewropayê derkeve holê, her wiha helwesta dijî her kiryareke têkder û ajawegêrî li Ewropayê nîşan da û tekez li ser tevlîbûna bi civaka xwecihî re, rêzgirtina ji yasayan û parastina ziman û çanda Kurdî kir.
Di heman demê de peyama Komîteya Rêveberiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji aliyê Dr. Şukrî Berwarî ve hate pêşkêşkirin, ku tê de daxwaz kir Kurdistaniyên Holandayê bibin lehengekî çalak di qada giştî de, her wiha piştgirî ji wan berendamên ku di hilbijartinan de dikevin pêşbaziyê re bê kirin, bê guhdana ser bi kîjan partiyê ve ne, da ku bibin pira peywendiyê ligel saziyên fermî yên wî welatî.
Li beşeke din a hevdîtinê de, gotûbêjeke vekirî li ser mekanîzmayên lobiyê hate kirin ku ji aliyê Elî Hirûrî ve hate birêvebirin, ku di encamê de rêkarên pêkanîna komîteyeke taybet a lobiyê li Holandayê hatin destnîşankirin û daxuyaniya dawî hate pejirandin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî di sala 2021an de bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî hatiye damezrandin, bi armanca rêkxistina enerjiya diyasporayê di bin yek sîwana niştimanî de, lidarxistina vê konfêransê di çarçoveya hewldanan de ye ji bo guhertina penaber û diyasporaya Kurdî bo hêzeke lobiyê ya modern û yasayî li Ewropayê, ku bikaribe bi rêya amûrên demokratîk berevaniyê ji mafên gelê xwe bike.
Karzan Haidar
https://www.facebook.com/karzan.haedar.7





