Şefa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê li Baregeha Barzanî, peyameke sersaxî û hevxemiyê pêşkêşî hunermendê navdar ê Kurdistanê Hozan Brader kir, bi boneya koça dawî ya Erdal Mûsîkî, kurê wî. Di peyamê de hevsoziya xwe ji bo malbata wî anî ziman.
Erdal Mûsîkî, kurê hunermendê navdar ê Kurd Brader Mûsîkî, li bajarê Arnhemê yê welatê Holandayê di temenekî ciwan de û piştî têkoşîneke dijwar ligel nexweşiya penceşêrê, koça dawî kir. Navbirî endezyarê warê teknolojiya agahiyê bû, wekî kesayetiyeke dilsoz û hezkirî di nav civaka diyasporayê de dihat naskirin. Biryar e li gorî wesiyeta wî, termê wî bê veguhestin bo warê bav û kalên wî li gundê Mûsîkayê yê ser bi parêzgeha Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê û li wir bê veşartin.
Naveroka peyamê:
Ji bo rêzdar Hozan Brader û malbata hêja ya Mûsikî
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi xemgînî û dilgiraniyeke mezin ve me nûçeya koça dawî ya Erdal Mûsikî, kurê we bihîst.
Di vê xemgîniya mezin de, em sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî we û malbata we dikin.
Erdal Mûsikî, her çend di temenekî ciwan de ji nav me koça dawî kiribe jî, lê wî bi ken, rûmet û mirovahiya xwe cîhekî taybet di dilê kesên ku ew nas dikirin de hişt. Koça dawî ya wî windakirineke mezin e ji bo malbat û hemû kesên ku ew hez dikirin.
Em ji Xwedayê Mezin dixwazin ku Erdal bi dilovaniya xwe ya berfireh şa bike, cihê wî behişt be, û hedar û aramiyê bide we û malbata we ya birêz û hemû hezkiriyên we.
Em di vê xemgîniya we de hevparê xema we ne.
Şefa Barzanî
Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê
Li Baregeha Barzanî
08.11.2026


